Cîhan

Reuters: Keştiyeke balafirhilgir a Amerîkayî ber bi Rojhilata Navîn ve tê

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan radigehîne ku, keştiyeke balafirhilgir a Amerîkayî ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan parve kiriye, “Keştiya balafirhilgir a Amerîkayî USS Nimitz sibeha îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ji Deryaya Başûrê Çînê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye.”

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) heta niha bi awayekî fermî şandina wê keştiya balafirgir ji bo Rojhilata Navîn ranegihandiye.

Desteya weşana Îsraîlê ragihand ku, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestiye ku tevlî şerê welatê wan ê li dijî Îranê bibe, lê heta niha Trump razîbûna xwe diyar nekiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, şerê navbera Îran û Îsraîlê radiwestîne, wekî çawa şerê Hindistan û Pakistanê rawestand. Amaje jî da, “Divê ew şer bidawî bê.”

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî heta êvara duhî (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê), 244 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 480 kesan jî birîndar bûne.

Back to top button