Rêkeftina petrolê di navbera HSD û Amerîka de…

Piştî ku rêkeftina dawî ya di navbera HSD û Kompanya Dîlta Krêsnt Ênercî ya Amerîkî ji bo nûjenkirin û weberhênanê li bakur û rojhilatê Sûriyê, hat îmzakirin karvedanên navdewletî li dûv xwe anîn.

HSD, ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkirin, di rewş û aloziya niha de ev rêkeftin kiriye, ku bûye cihê gumaneke mezin. Beşek ji çavdêran dibînin ku ev rêkeftin balkêş e.

Petrola Sûriyê beriya 2011ê rojane 360 hezar bermîl dihat firotin û piştî sala 2011, tenê 60 hezar dihat firotin, ji ber ku rêjîma Sûriyê bîrên petrolê jidest da û petrol ket destê hevpeymanên Amerîka.

“Rêjîma Sûriyê”

Petrola Sûriyê berê hemû di bin destê malbata Esed de bû, lê piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê petrol hat parvekirin û petrola Sûriyê bala cîhanê kişandiye. Gelek bîrên petrolê kestin destê DAIŞê de, lê HSDê ji DAIŞê stend û niha ew kêlgeh di destê Kurdan de ne.

Piştî rêkeftina HSD û kompanya Amerîkî, hikûmeta Sûriyê bilez ev pêngav wek dizî û zêdegavî li dijî serweriya Sûriyê binav kir. Tometa dizîna petrola Sûriyê avêt ser milê Amerîka.

30.7.2020 Senatorê Amerîkî Lînsî Graham ragihandibû ku Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê ew raspardiye ku wek hevpeymanekî di navbera HSD û kompanya Amerîkî kar bike.

Çavdêrêr siyasî Barzan Liyanî ji Rojavayê Kurdistanê ji malpera KDP.info re dibêje: “Vê rêkeftinê 2 aliyên wê hene, erênî û nerênî. Ji ber ku ev rêkeftin 5 salan be û hêzên Amerîkî dê çavdêriyê bikin. Ev yek bûye cihê dilxweşiya xelkê Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku dahatê vê petrolê dê li Rojavayê Kurdistanê be, ku niha xelkê Rojava di nava kirîza darayî de ne û dê ew dahat bibe alîkar ji wan re. Gelek kêlgehên petrolê di destê Amerîka de ne, bi taybetî jî kêlgehên li Dêra Zorê.”

Liyanî wiha got: “Cihê gumanê ye ku çima ev rêkeftin di navbera HSD û kompanya Amerîkî de ye û ne di navbera Rêveberiya Xweser û kompanya Amerîkî de ye.”

Wezîrê Petrola Sûriyê Elî Xanim di heyva 5ê de ragihandibû ku rojane welatî wî pêdvî bi146 hezar bermîl petrol heye û niha tenê 24 hezar bermîl tên berhemanîn, ku pêdviya wan hêj bi 122 hezar bermîlên din heye. Loma jî hikûmeta Sûriyê li dijî vê rêkeftina HSD û Amerîka derket û wek dizî binav kir.

Amerîka çi divê?

Tevî ku Amerîka ev rêkeftin ligel Rêveberiya Xweser nekiriye, pisporekî siyaseta navdewletî dibêje, Trump piştî ku poşman bû ji biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê û biryara parastina kêlgehên petrolê da, rêjîma Sûriyê êdî bêparma ji petrolê û niha bi vê rêkeftina HSD û Amerîka êdî rêjîma Sûriyê ji jêderekî girîng bêparma, ku beriya niha Rêveberiya Xweser neçar bû petrolê bide rêjîmê, ew jî ji birêvebirina abûriya Rojavayê Kurdistanê.

Dr. Serdar Şerîf Psporê Siyaseta Navdewletî ji malpera KDP.info re ragihand:“Niha Rojavayê Kurdistanêdikare xwe dûr bike ji rêjîmê û divê garentiyeke siyasî ji Amerîka werbigre û bêgarentî careke din danûstandinê bi rêjîmê re neke.”

Rêkeftin…!!!

Pspor di karûbarê Sûriyê de Dr. Ferîd Seidûn jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em nikarin bêjin ev rêkeftin di navbera HSD û Amerîka de hatiye kirin, ji ber ku beriya niha jî ew kêlgeh di destê Amerîka de bûn, lê ji ber yasayên navdewletî Amerîka nikarîbû petrolê ji bin erdê derxîne, loma rêkeftin çêkirine di navbera HSD û kompanyayeke Amerîkî de.”

Seidûn wiha got: “Mebesta Amerîka ji vê rêkeftinê heye, ku petrol ji rêjîma Sûriyê re diçû û ew petrol jê re dibû piştevaniyek, lê Amerîka xwest vê piştevaniyê ji ser rêjîmê qut bike û yasaya Qeyser aktîv bike. Amerîka herwiha dixwaze parzûngehan çêbike û rêjîma Sûriyê jê mifayê nebîne û xerciyên HSDê jî peyda bike.”

“Danpêdan”

Ev rêkeftin bû mijareke navdewletî û hemû medyayên cîhanî behsa vê rêkeftinê kirin, ku hinek ji wan dibêjin ev rêkeftin danpêdan e yan îtîraf e bi Rêveberiya Xweser.

Seidûn wê yekê bi temamî red dike û dibêje: “Qet ne wisa ye, ji ber ku Amerîka ji her kesî re dibêje, hatina me ji bo Sûriyê bo şerê DAIŞê ye û rêkeftina wan ligel HSDê ji ber wê yekê ye ku HSD hêzeke bi rêxistin e. Amerîka ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve piştevaniya Rêveberiya Xweser nake. Amerîka eger bixwaze rêkeftinekê ligel aliyekî navdewletî bike divê razîbûna Wezareta Gencîneya Amerîka û Wezareta Derve ya Amerîka bidestve bîne ji bo ku ji Amerîka re neyê gotin we yasayên navdewletî şikandine û eger Amerîka bixwaze rêkeftinê ligel her aliyekî bike divê ew alî xwedî îtîraf be û Rêveberiya Xweser ew yek bidestve neaniye, loma Amerîka rabûye rêkeftin ligel fermandarekî leşkerî kiriye.”

Nerîna min :