Nivîsar

Rêkeftina Hewlêrê nîşana xemxûriya serok Barzaniye

Di roja  11/7 /2012 li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana Başûr  hate  ragihandin rêkeftinek  dinavbera  encûmena niştimanî  kurd li Sûriya û encûmena gelê rojavayê  Kurdistanê.

Miletê kurd li rojavayê Kurdistanê pêdvîbûn birengek giring bi vê rêkeftinê di navbera herdû layên kurd yên serekî  ; encûmena kurdî li Sûriya û encûmena gelê rojavayê Kurdistanê .

Ji ber rewşa  mlietê kurd di rojavayê Kurdistanê gihatbî rewşeka gîr û girift lewra ev rewşa he bî sedema vê rêkeftinê ya tê naskirin ragihandina Hewlêrê .

Li hezar car mixabin kû miletê kurd li rojavayê Kurdistanê   bigehên asta pêdeviya rêkeftin û peymanan bin  eve xalek reşe ji kurdare. Çiqas kirêt û fihête kurd beramber û dijî birayê xwe yê kurd bê û dijminya wî bikê.

Lê rêkeftina Hewlêrê dîmenek gelek ciwane û nexasim bi çavdêriya serûkê  herêma Kurdistanê xemxûrê miletê kurd kak Mesûd Barzanî ev rêkeftine were danîn dinav bera herdû layên kurdî li rojavayê Kurdistanê,û ji mere diyare û tu car nayê ji bîr kirin gelek caran kak Mesûd Barzanî destên alîkariyê daye kurdên rojavayê Kurdistanê û wefadariya xwe pêşkêşî miletê kurd ne tene li kurdên rojava lê belê li kurdên bakûr û rojhilat kiriye .

Eve hemi nîşanên wefadarî û dilsozî û xemxûriya serok Barzaniye û tê bîrame hemiyan gava serok Barzanî di kongirê Hewlêrê ya revandên kurd da xweyakirin û diyarkirin di gûtina xwede 🙁 win di mala xwedene û win çi biryar bidin ez werebim û ezê bi hemi şêweya û rêka alîkariya webikim ji win jî miletê minin û ezê herdem pêştgirya webikim ta win bigehên maf û armancên xwe )  lewra ez dibînim erekek netewiye û  pêdviye kurdên rojavayê  Kurdistanê hêviya serok Barzanî bicihbînin . 

Giringbîna vê rêkeftinê kû miletê kurd di rojavayê kurdistanê gehiştiye di qûnaxek gelek hestwer û nazik de dibûhurîn lê belê ev rêkeftine pêngavek gelek giringe di rêkek rast û durist de bereû yekrêziya miletê kurd û parastina vî miletî û dikevê li pêşiya hevrikiya kurd bi kurd re .

Ev rêkeftine dikevê di pêşiya wan buyerên dûmahîk yên kû di deverên kurda de peydabûn ,helbet ev buyer cihê şermezariyê û  mixabinyê bûn kû kurd bikevê beramberî birayê xwe yên kurde û ticarî ev nakevin di bin berjewendiyên kurda de .û ev rêkftine wek dermanek giring bû kû serûk barzanî pêşkêşî kurdên rojavayê kurdistanê da miletê kurd yekrêziyê bikin û bigehên mafê xwe .

Sipasiyek taybet û ciwantirîn rêz û silav  li  çavdêriyê vê rêkeftinê re   cenabê serûk barzanî re  ewê kû herem û gav xemxûrê miletê kurde .
Û bidûmahîkê ev rêkeftine hat îmza kirin li ya herî giring ewe kû ev rêkeftina werê cihînan û kurdên rojavayê kurdistanê bihevre kar û xebat bikin ta bigehên maf û armancên xwe .

 

Bilind mela mihemed

Back to top button