Polîtîk

Rekeftina Goran û YNKê li Kurdistanê tiştekî naguherê

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand ku PDKê li ser 3 asta li rêkeftina di navbera Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dinere. Di dema beşdarîkirina bernameya “Rudawa Îro” ya Rudawê de Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewrambal kişande ser wê yekê ku eger rêkeftina ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera YNK û Gorranê de be, ji bo wan asayî ye, lê eger rêkeftina han ji bo ferzkirina ajandayekê be li ser PDKê, ti encam jê dernakevin. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku ew rêkeftin li ser asta Herêma Kurdistanê nikare guhertineke berbiçav durust bike. Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê duh sêşemî 17ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê bi fermî rêkevtinek bi hev re îmza kir. Rêkevtina navbera YNKê û Gorranê ji 25 madeyan û 6 beşan pêk hatiye PDKê di sala 2007an de rêkevtinek stratejîk bi YNKê re îmza kir. Îro jî YNKê û Gorranê bi fermî rêkevtinek siyasî li Debaşan li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî îmza kirin. Çavdêrên siyasî pêşbînî dikin, ku rêkevtina navbera YNKê û Gorranê hevkêşeyên siyasî li Başûrê Kurdistanê biguherîne.

Back to top button