Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku, divê sînorên Sykes-Picot bêne guhertin û sînorên serûştî ku mafê pênaseyên neteweyî berbiçav bigre were durust kirin. Di hevdîtnekê de ligel malpera The Natinal a Amerîkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa rêkeftina Sykes-Picot kirye û dibêje: “Niha ew rêkeftin bi xeleteya sedsaliyê tê hejmartin, niha sînor hatine hilweşandin û divê em hemû li vê rastiyê mukir bên û dan pê bidin.” Herwiha tekez kir: “Pêwîste pirsiyar li xelkê were kirin ku, aya dixwazin pêkve bijîn an dixwazin jihev cuda bibin û sînor li gorî xwestek û îradeya gelan were nexişandin? Çênabe ti çareser bi ser xelkê de were çesipandin û her guhertinek divê di riya referandomê bibe.” Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir çendî ku fişar were kirin ku xelk bi zorê bihevre bimînin wê şikestinê bidestbixe û got: “Dema Serxwebûna Herêma Kurdistanê di riya gotûbêj û diylogên aştiyane hatiye, em jî kar jibo vî mafî dikin.”
Pêş
24/07/2026
Dê li Silêmaniyê bi cih bibin..!
24/07/2026
Yekem care di dîroka Yemenê de! Jinek wekî Wezîra Karên Derve hate tayînkirin.
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Biryara Dadgeha Destûrî di derbarê PWKê de23/07/2026


