FlaşPolîtîk

Rejîma Îranê dixwaze bajar û gundên rojhilatê Kurdistanê radestî PJAKê bike!

Tevgera Şoreşgerên Araratê di derbarê rewşa Îran û rojhilatê Kurdistanê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin.

Daxûyanî:

Ji bo Raya Giştî

Em Raya Giştî Agadar dikin kû Bi şerê Îran û Îsraîlê re, rejîma Îranê pir lawaz û bêçare bûye.

Mîna şoreşa Sûriyeyê ya 2011an, dema ku rejîma Beşar Esed gelek bajar û gundên rojava radestî PKKê kir da ku herêmê biparêze.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Îranê û PKK bi awayekî veşartî planeke xerab bi hev re dimeşînin.
Rejîma Îranê dixwaze bajar û gundên rojhilatê Kurdistanê radestî PJAK Şaxeya PKKê bike.
Heta ku partiyên rastîn ên Rojhilat êdî li herêmê serdest nebin.
Em raya giştî, bi taybetî hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê agahdar dikin kû Rojhilat ji Rojava pir cuda ye.
Em xwedî dîrokeke 80 salî ya têkoşînê ne.
Me dersên têkoşînê ji rêberên mezin ên wekî Qazî Mehmed , Dr. Qasimlû, Dr. Şerefkendî, Kak Fuad Sûltanî, û Simkoy Şikak hîn bûne.
Me ala pîroz û hêza Pêşmergeyên Qareman û wêrek heye.
Eger mafyayên PKKê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Rojhilata Kurdistanê de bikin, ji bo Parastina Welatê Xwe Em ê bi hemû hêza xwe li dijî wan rawestin.
Ji ber ku şer û pevçûna bi wan re ne birakujî ye, lê belê Cehiş kuştine.

TEVGERA ŞOREŞGERÊN ARARATÊ

Roja 20ê Hezîrana 2025 an

Back to top button