Cîhan

Rêjeya mirinê li Swêdê bilintirîn asta 150 salên derbasbûyî ye

Berpirsên Swêdê eşkere kirin ku rêjeya mirinê li nav nîştecihên welatê wan gelek hilkişiyaye û li 150 salên derbasbûyî de ewqas bilind nebûye.

Li şeş mehên yekema sala 2020 li Swêdê 51 hezar û 405 kes mirine û ji wê hejmarê mirina çar hezar û 500 kes ji ber Korona bûye.

Li gor zanyariyan tenê li sala 1869 bû ku amarê mirinê li wî welatî gihîştibû 55 hezar û 431 kesan, ew jî li serdemek da bû ku birçîtî û xela li ser wî welatî da hatibû.

Back to top button