Polîtîk

Reform û çaksaziya Kurdistanê destpêkir

Piştî zêdetirê pênç mehan li ser pejirandina yasayê ji aliyê Parlemena Kurdistanê ve, biryare Hikûmet dest bi bicîhkirina yasaya çaksazî û reformê bike. Ji bo vê mebestê jî Wezîrê Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmza li ser sê rênimayî yên taybet bi bicîhkirina hengavên yasaya çaksaziyê kir.

Bijar Xalîd Serokê Lîjneya Karubarê Yasayî ya Parlemena Kurdistanê ragihand, amadekariyên ji bo bicîhkirina yasaya çaksaziyê ji aliyê Wezaretên Peywendîdar yên wekî Darayî, Pêşmerge, Şehîdan û Navxweyî temam bûne û roja 2 yê vê mehê yasa diçê warê bi cîhkirinê.

Serokê Lîjneya Karubarê Yasayî li Parlemena Kurdistanê got: Birgeyên yasayê li meha temmûzê ve tê bi cîhkirin li ser mûçeya meha heft, neku mehên sê û çar û pênc û şeş.

Back to top button