Polîtîk
Daxwaza çalakkirina lîjneya Maddeya 140 dikin

Herêma Kurdistanê daxwaz dike lîjneya maddeya 140 bê çalak kirin û Serokê wê lîjneyê jî bidin Kurdan. Parlementerek jî dibêje: Heta niha li vê xula Parlemena Iraqê lîjneya demkî ya maddeya 140 hatiye pêkanîn, Serokê lîjneya navçeyên Kurdistaniyan jî dibêje: Ji ber çalaknebûna wan lîjneyan, te’rîb û dagîrkirina zevî û warên gundên Kurdistaniyan berdewame û rewşa emnî ya navçeyê jî heta diçe xeraptir dibe.
Ciwan Rojbeyanî Seroka Lîjneya Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Îdareya Herêmê li Parlemena Kurdistanê daxwaza guhertina lîjneya maddeya 140 dike û dibêje: Pêwiste Serokê lîjneyê bidin Kurdan û lîjne jî bê çalak kirin, ji ber ku ji ber ragirtina karên wê lîjneyê, heta tê rewşa navçeyên Kurdistanî berev xerapiyê ve diçe.