Polîtîk

Referandum Li Turkiyê û Helwesta Miletê Kurd

Di malpera fermî ya PDK(kdp.info) de Analîzek balkêş bi navê Çavdêrek siyasî li ser Referanduma Tirkiyê û Helwesta Kurda hatiye belavkirin

Çend rojên din wê dengdan li ser referanduma yasaya bingehîn, yan jî destura Turkiya destpêbike. Nuha li navendên Turkiya û Kurdistanê bi germî behsa vê pirsê tekirin. Teveya aliyên siyasî li ser vê di sekinin; gelo wê encamên vê refrandumê bibin çi?Li her parçeyek Kurdistanê dema piroseyeka siyasî hebe, divê em bi awayekî realîstî û angorî berjewendiyên pirs û doza milletê xwe lê mêze bikin, herwesa pêdiviye di vî warî de biryarên me ji hestsoziyê dûr bin. Gelek rewaye ku em bi ruheke berpirsî yê li bakurê Kurdistanê mêze bikin.Seba wê ku divê helwêst derbarê vê refrandumê çawa be, têxwestin ku her hemwelatiyeke Kurdistana bakur angorî berjewendiyên welatê xwe, mebest jê Kurdistan, herwesa li ser berjewendiya pirsgirêka netewa xwe bifikire, ku çawa deng bide. Baştirîn rê eve her hemwelatî û Kurdekî bakurê Kurdisatanê li ser vê pirsê bisekine û berjewendiyên gelê xwe destnîşan bike. Di çarçovê bingehê berjewendiyên gelê Kurdistanê de biryara xwe bide. Dengê xwe jî gorî wan berjewendiyan bide û nekeve jêr hestsozî û gefên aliyên siyasiyên cur bi cur, ku bixwazin wan ji rê derxînin.Gelekî giringe careke din milletê me li bakurê Kurdistanê vê şaşetiya li hezirana sala 2015’n kirî, dubare neke.Şaşîtî  ev bû, ku wan di hilbijartina parlemana Tirkiyê de rêjeyeka baş ya dengan bidsetanî û wan dikarîbû wek Partiya duyemîn biçin ser mêza gotubêjan, ku armanc jê mafên gelê Kurd be.Li şuna wê, me dît parlamen û bajêrên Kurdistanê bi siyaseteka çewt ji riyê derxistin û di encam de xistin hemberî bijardeya dijberiya dewleta Tirkiyê, ku dawiya wê bû xwînrijandin û tunebûna wê ezmun ê.Piroseya aşitiyê li bakurê Kurdistan ê, piroseyeka cidiye. Divê pirisgirêka milltê Kurd tenê bi riya aşitî, gotubêj û rûniştin li ser mêza çareseriyê bêberhevkirin, jiber vê her aliyek milletê Kurd ber bi arasteya tûreyî û dijberiya bêyî bername û dûr li berjewendiyên welat ve bibe, ew dijminiya milletê Kurd dike, di encam de ewê têkeve warê xiyanetkirin ji pirsa millet Kurd.Jiber vê gellekî girînge hemwelatiyên Kurdistana bakur nekevin jêr karîgeriya tu gef û propagandayên nedicîh de, di heman dem de neçin jêr barê tu hestsoziyên apolîtîkî, ku dîsan wan ji rêderxînin û dengên we bixin nav provakasiyon, şer û dûrkeftin ji mêzeya gotubêjan.Divê herdem ev tişt li bala we be, ku diyalog piroseyeka wesaye divê hemû miletê Kurd têde cîhbigr e. Tevay Partî, alî û kesayetî têde hebin, herwesa milet jî bi dengên xwe piştevaniya wê piroseyê bike. Divê Kurdistana bakur aram û liserexwe be, careka din zemînê Diyalogê bêxweşkirin. Hemû cudahî û armancên miletê Kurd, di piroseya Diyalogê de û li ber çavên xelkê cîhanê pêkwere. Ev jî bi xwînsardî, zanayî û wêrekiya siyasî çêdib e. Jiber vê pêdiviye careke din hemwelatiyên me li bakur, bi vî ruhî ve, bi berjewendiyê welatê xwe ve, bi berjewendiya aşitiyê bo netewa xwe deng bidin û beşdarî refrandumê bibin, angorî helwêstên xwe deng bidin.
Nerina Azad

 

Back to top button