Kultur

Hikûmeta Kurdistanê cejina kirîstiyanan pîroz dike

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi germî cejina Qiyametê li xûşk û birayên mesîhî li herêma Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê pîroz dike, bi taybetî li wan xûşk û birayên mesîhîyên ji encama şerê terorê, weke pêkhateyeke olî û neteweyî, mal û milkê xwe bi cî hiştine û di koçberiyê de jiyana xwe berdewam dikin, pîroz dike. hikûmet cejineke aram û şad ji bo hemûyan daxwaze û hêvî dike hemû cejin û bîranîn yên bên di nav rewşeke nemana terorê, serkeftina yekcarî bi ser terorîstna de û vegerandina aramî, aşitî û avadaniyê de pîroz bikin:- Di vê cejina pîroz de, em careke din tekîd dikin ku, gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke hertim, parêzera wê lêbihurînê û pêkvejiyanê be ku bingeh û stûneke sereke ya kultura dêrîn û dîrokiya gelê Kurdistanê ye û şanaziyê pê dike. Bi tu awayî û di her rewşekê de be bila bibe, rê nade ew kultur leng bibe, Kurdistan jî ji bo heta hetayê dê xak, mal û sihwaneya hemû pêkhateyên olî û neteweyê bimîne û weke hertim pêşmerge û kurên mêrxasên Kurdistanê, bê cudahî, bi can û xûna xwe bergiriyê ji vê kulturê û tevaya pêkhateya dikin.

Back to top button