Bi minasebeta salvegera koça dawî ya serokê nemir M.Mistefa Barzanî, li her çar parçeyên Kurdistanî bîranîn tên lidarxistin û Barzanî tê yadkirin.

Li taxa Meyselûn a rojhilatê bajarê Qamişlo, bi beşdariya serokê encumenê, serokên partiyên Kurdistanî û girseyek mezin a Kurdistanî merasîmek hat lidarxistin.

Di merasimê de ku wêneyên Barzaniyê nemir û alên Kurdistanê hatin bilindkirin, axaftin li ser jiyana M.M.Barzanî hatin kirin û sirûdên şoreşgerî li ser rola dîrokî ya Barzanî hatin xwendin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: