Polîtîk

Rêbaza Barzanî rêya rast ya Kurdeyatiyê ye

Serok Barzanî bi minasebeta 73 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdustanê peyamek ji bo Raya Giştê ragihand. Serok di peyama xwe de dibêje: Heta îro jî bi peyrew kirina rêbaza Barzanî, wekî rêya rast ya Kurdayetiyê, li diruşm û li kirdarê da pêşenge.

Peyama Serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta (16)Şanzdehê Tebaxê, heftih û sêyemîn (73)salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên PDK dikim. Her wiha, pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim‪.‬

Partiya Demokrata Kurdistanê li roja damezrandinê ve, li sengerê pêş ya bergirîkirina li mafe rewayên gelê me daye û bi navê serfirazî û azadiya gelê me da, hevmiliya li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê qurbaniyeke zêde daye‪.‬

Partiya Demokrata Kurdistanê, bi siyasetekî rast û dirust û eşkere ve xebatê kiriye û armanca stratejiyê destnîşan kiriye û heta îro jî bi peyrew kirina rêbaza Barzanî, wekî rêya rast ya Kurdayetiyê, li diruşm û li kirdarê da pêşenge.

Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim, carekî din spasî xweragirî û berxwedana cemawerêî PDK û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we yên azîz, sermayeya li bin nehatiya PDK ye û hêza zêdetir didê me û hewl û têkoşîna xwe ji bo dabînkirina paşarojeke geştir ji bo gelê me bi hêztir dike.

Silav li giyanê pakê şehîdan, silav li Pêşmerge, bijî Kurdistan

Herdem şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
15.Tebax 2019

Back to top button