
Di 15ê Tebaxa sala 1984an de li bajarokên Dihê û Şemzînanê PKK li dijî dewleta Tirkiyeyê dest bi şerê çekdariyê kir û ev şer 35 sal in berdewam e.
Di salên notî de bi dijwarbûna şerî dewleta Tirkiyeyê jî ket nav hewla çareserkirina pirsa Kurdî.
Serokomarê wê demê Turgut Ozal gavek biwêrek avêt û bi riya Sekreterê Giştî yê YNKyê Celal Talabanî daxwaza ragihandina agirbestê ji Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî kir. Ocalanî jî di Newroza 1993an de agirbestê ragihand. Piştî agirbestê mehek derbas nebû Turgut Ozal bi awayek bigûman mir û li aliyê hikûmetê wateya pêvajoyê nema. Li aliyê PKKyê jî di 24ê Gulanê de bi kuştina 33 leşkerên bêçek pêvajo biyekcarî têk çû û şer careke din destpê kir.
Di 15ê Sibata sala 1999an de bi girtina Ocalanî PKKyê şok derbas kir.
Ocalan dema hate girtin amedebûna xwe ji bo aşitiyê ragihand û ji bo vê armancê ji dayikên leşkerên ko di şerê PKKyê de cane xwe ji dest dane, lêborîn jî xwest.
Banga agirbestê li PKKyê kir û herwiha xwest PKK hemî hêzên xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişîne. PKK banga Ocalanî pejirand û agirbestek yekalî ragihand. Lê ev pêvajo 5 sal berdewam kir û 1ê Hezîrana 2004an de PKK dawî li agirbesta yekalî anî û careke din dest bi şerî kir.
Lê hewlên aşitiyê berdewam bû. Hikûmeta Tirkiyeyê di sala 2009an de di çarçoveya “Vebûna Demokratîk” de hin gavên erenî diavêt. Mirov dikare bibêje Vebûna Demokratîk bingeha pêvajoya çareseriyê bû. Di sala 2012an de jî berpirsên MÎTê û berpirsên PKKyê li Osloyê kom dibûn. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di 28ê Kanûna Pêşîn a 2012an de eşkere kir ko ew digel Abdullah Ocalanî hevdîtin dikin. Ev daxûyanî rojeva Tirkiyeyê hejand û haya raya giştî ji pêvajoyek bi nave aşitiyê çêbû. Di newroza sala 2013an de Abdullah Ocalanî careke din bang li PKKyê kir ko hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê derxe. Li ser vê bangê PKK agirbesta xwe ya 8 mîn ragihand û vekişandina hêzên xwe qebûl kir.
Piştî 2 salên din di 28ê Sibatê de jî şandeya Îmraliyê û Şandeya Hikûmetê civiyan û peymaneke bi navê Dolmabahçeyê ragihandin. 10 xal hatin eşkerekirin û Ocalan got divê PKK dest ji çekan berde.
Di Newroza 2015an de jî Rêberê PKKyê dê diyar bikira: Êdî dema şerê çekdariyê bidawî hatiye û divê PKK Kongreya Çekdanînê lidar bixe. Lê PKK bi hinceta ko Tirkiye pabendê rêgezên pêvajoyê nabe û gavên pêwîst navêje daxwazên Ocalanî bicih nekir û di 11ê Tîrmehê de dawî li agirbestê anî. Di 17ê Tirmehê de Erdogan jî peymana Dolmabahçeyê nas nekir. Piştî van daxuyaniyan di nava 5 rojan de li Pirsûsê teqînek rû da û 34 kes canê xwe ji dest dan. Li Serêkaniya Rihayê jî 2 polîs hatin kuştin û pêvajoya aşitiyê ji nişkave têk çû. Şer dîsa destpê kir û niha berê xwe daye ser sînorê Iraq û Suriyeyê.
Ocalan çend rojan berî niha dîsa bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir. Ew ji xwe bawer e û dikare şerî dawî bîne. Lê hikûmeta Tirkiyeyê li ser şerî rijd e û dixwaze bikeve rojhilatê Firatê. PKK jî ji şerî re amade ye. Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Cemîl Bayik di axaftina xwe ya dawî de behsa şerekî berfireh dikir. Li gor Bayik aşitî nêzik niye û dê li rojhilata navîn şerek mezin rû bide. Divê bi taybetî kurdên Suriyeyê xwe ji şerî re amade bikin.
Ji van daxûyaniyan diyar e, rewşa navçeyê dê aloztir bibe. Jixwe di bernameya hikûmeta Tirkiyeyê de jî tenê şer heye û çareserkirina pirsa kurdî niye. Lewma mirov dikare bibêje şerê 35 salan a PKKyê dê demek dirêj berdewam be.