Rê li serxwebûna Kurdistanê nayê girtin
Taybetî piştî hilbijartinên parlementoya Tirkiye, îdelogên PKKê gelek bi giranî êrîşek siyasî û medyatik tînin li ser PDKê û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî. Sedema vê yekê gelek vekiriye. PDK dinava hewldaneki de ye ku li Başûrê Kurdistanê dewletek Kurdî ragihine. Ji xwe li vê derê xeta siyasetê tê danîn. Yên ku li dijê ragihandina deleta Kurdîne bi derew û demagojiya dijitiya xwe bi awayekî din tînin hole. Dema mirov baş bala xwe bidiyê,PDK gelek guh nade gotinên PKKê. PKK li dijê PDK îthamên mezin dike. Yek ji wan ewe ku dibêje, pêwendiyên PDKê û DAÎŞê li gel hev hene. Herkes dizane ku ev derewek mezine. Lê kes deng nake. Ji aliyek din serokê PYDê bi xwe çendi caran gotiye ku ew çekan ji DAÎŞê dikirin. Herweha herkes dizaneke pêwendiyek ya rejima suri li gel DAIŞê heye, ji xwe pêwêndiya rejima Suriye û PYDê ne cihê minaqeşeye . Vekirî û eşkereye. Gelek caran beşek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd dibêjin ku nabe mirov nexweşiya navbera PDKê û PKKê de geş bike. Raste nabe her nexweşiyek di navbera hêzan de li Kurdistanê ne baş e. Lê eger pirsgirêkek hebe û mirov behsê neke û her weşêre û hewlbide axê li ser de bike, kesek nizane çi demi diteqe û çi xusarên mezin dide Kurdistanê. Taybetî ew rewşenbîrên vê yekê diparêzin di rastiya xwe de naxwazin xwedî helwestbin. Kerembikin dema PDKê xeletiyek kir behsê bikin, rexne bikin. Lê dema PKKê jî xeletiyek kir, nivisek ne di cih de nivîsî, binirxînin û rexne bikin. Rastiya vê herkes dizanê ku, kesek ji PDKê natirse lê xelkek ji PKKê dititse. Yanî nabe mirov tenê di zawiya berjewendiyên rojane de li bûyera binêre û nirxandina bike.Tiştek gelek xeribe ku dema serokê Kurdistanê û PDK behsa ragihandina dewletek Kurdistanê dike, li gelek aliyan ve dibe armanca erîşên siyasî. Ew aline ku vekirî li dijê ragihandina dewleta kurdin. Lê hinek ji wan vê yekê eşkere nabêjin û bi rêyên din dixwazin li dijê ragihandina dewleta kurdî bisekinin. Qonaxa ku em têre derbas dibin, gelek girîng e. Gav bi gav berbi ragihandina dewletek kurdi ve diçin. Dijminên kurda bi destên xwe yên Kurdistanê dixebitînin ku rê li vê prosesê bigrin.Bûyera 23ê Heziranê bi çavderiya konsulusê Îranê li parlementoya Kurdistanê de helwestek rêgiritina pêvajoya serxwebûna Kurdistanê bû. Tayê nevbera Bexda û Hewlêr qut dibe û ji bo vê yekê jî gava yekem Hukumeta Kurdistanê biryara firotina petrolê bi serbixwe kir. Ev biryar wek serxwebûna ekonomik hate nirxandin. Lê niha YNK li dijê vê derdikeve bi israr dibêje pêwiste cardin hewldan li gel Bexdayê bêne kirin. Lê ji bîr dike ku cigirê serokê Hukumetê ji YNKê ye. Dema mirov vî yekê û bûyer û helwestên bi vî awayî nebîne, behsa çi bike û çi nirxandinê bike vale ye. Îro kurd û gelek welatên Cîhanê behsa serxwebûna Kurdistanê dikin, YNK behsa serxwebûna Silêmaniyê dike… Dixweyê di bin vê daxwaziyê de tiştên din veşartiye…13.7.2015Dara Bilek