Polîtîk

Rayburn: Divê pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê bê çareserkirin

Nûnerê berê yê Amerîkayê bo Sûriyê Joel Rayburn diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê bê çareserkirin û got: “Heta ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirinek çênebe, Iraq wek dewlet aram nabe. Ji ber wê jî eger pirsgirêk neyên çareserkirin Iraq aram nabe”.

Rayburn, li Duhokê bû mêvanê Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) û axivî.

Rayburn, diyar kir ku Îran ev 15 sal in alîkariyên leşkerî dide Hamasê û wiha got: “Eger Îranê çek nedaba Hamasê, Hemas nedibû hêza ku em niha dibînin. Metirsiya gurbûna şer pir zêde ye ji ber ku rejîma Îranê agirê şer gur dike”.

Di derbarê rewşa Iraq û Sûriyê de jî Rayburn got: “Heta ku pirsgirêka terorê hebe, Amerîka ji Sûriyê û Iraqê venakişe û bi vekişîna Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê, wê li Mûsilê jî pirsgirêk derkevin“.

Rayburn bal kişand ser peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin zextek mezin a derve de ye. Dixwazin hikûmetê parçe bikin û naxwazin ku aram bibe. Ji ber wê jî ji sala 2017ê ve Amerîka karek ji bo Herêma Kurdistanê nekiriye. Bi dîtina min Hikûmeta Herêma Kurdistanê saziyek destûrî ya di nava dewleta Iraqê de ye”.

Di derbarê pirsgirêka Kurd de jî berpirsê Amerîkî got ku “piraniya nakokiyên li herêmê girêdayî PKKê ne” û divê ji bo aştiyê di navbera PKK û Tirkiyê de gav bên avêtin.

Back to top button