Polîtîk
Rawêjkarekê Malikî digel keça Sedam Hisên dicive
Rojnaemyeke urdinî eşkere dike ku, dema Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, berya du rojan, serdana Urdinê kirî, rawêkarekê wî digel keça Sedam Hisên civiyaye û li ser pirojeyê aşitiyê pê re danûstandin kiriye.
Rojnameya Alray a urdinî di hijmara xwe ya roja sêşemiyê 25.12.2012ê de eşkere dike ku, Omer Xuzayî rawêjkarê Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo karûbarên şaitiyê, li Emanê paytexta Urdinê digel Rexda keça sedam Hisên diktatorê berê yê Îraqê civiya ye.
Li gor wê rojnameyê, rawêjkarê serokwezîrê Îraqê li hotel Rotana li paytexta Urdinê. Di bin çavdêriya îstîxbarata Urdinê, digel keça Sedam Hisên civyaye û jê re behsa pirojeyê aşitiyê kiriye.