Civak
PDK-Bakur ji bo Şerefettin Elçî daxuyaniyek belav kir
Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur bi minasebeta wefata serokê giştî yê KADEP û parlementerê Diyarbekirê Şerefettin Elçî daxûyaniyek belav kir.
Ev deqê daxuyaniyê ye.
Siyasetmedarê kurd serokê giştî yê KADEP û parlementerê Diyarbekirê Şerefettin Elçî piştî nexweşiyek dijwar koça dawî kir.
Şerefettin Elçî damezirê Partiya me PDK-Bakur bû. Elçî kar û xwbatek dirêj li dûv xwe hişt.
Em bi wefata Elçî gelekî xemgînin û bi hemî awayî şirîkatiya xema malbata wî dikin. Bila serê malbata rehmetî û heval û hogirên wî saxbe. Rehmeta xwedê lê be û cihê wî biheştbe.
Komîta Rêvebir
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur