Rastiya êrîşên PKKê ji bo Herêma Kurdistanê
Beriya hemû kesî divê rayagiştî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizanibin ev êrîşên PKKê bo ser Pêşmergeyan ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Xisara PKKê li xelk û xaka Herêma Kurdistanê rojane di nûçeyan de tê nivîsîn.
Hasan Loqman Ertaş
Demek e, dîsan ‘’şerê birakujiyê’’ di rojeva siyasî ya kurdan daye. Ev rojev hertim bi êrîşên PKKê bo ser Pêşmerge dibe tê rojeva kurdan û bi rojan PKK, bi dehan rêxistin û komên xwe li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bangeşeya birakujiyê dike.
Serê meha Hezîranê li Metîna û Zaxoyê êrîşî Pêşmerge kirin di nava 4 rojan de 6 Pêşmerge şehîd kirin û 7 Pêşmerge jî birîndar kirin.
Piştî wê êrîşa hovane û şehadete Pêşmergeyan herî zêde deng ji PKKê û komên wê derdikeve û ew banga ‘’aştiyê’’ û bidawîkirina şer dikin.
Herî dawî Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji medyaya xwe re dibêje; dewleta Tirkiyê ya dagirker hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike û nirx û destkeftiyên kurdan têk bibe û Tirkiyê hewl dide partiyên kurdî tev li êrişên xwe bike.
Xerîb Hiso bang li hêz û partiyên kurdî û rêxistinên civaka sivîl ên parçeyên Kurdistanê, bi taybet ên Başûrê Kurdistanê kiriye ku zexteke mezin li PDKê bikin da ku dev ji hevkariya xwe ya di êrişên dagirkeriya Tirkiyê berde.
Herwiha Hiso gotiye: “Şerê navxweyî ji êrişên Tirkiyê xetertir e û dijmin hewl dide vê siyasetê bide meşandin. Divê PDKê ne li kêleka dijmin be û ji bo yekitiya kurdî amade be.”
Beriya hemû kesî divê rayagiştî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizanibin ev êrîşên PKKê bo ser Pêşmergeyan ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Xisara PKKê li xelk û xaka Herêma Kurdistanê rojane di nûçeyan de tê nivîsîn. Ew kesên meraq dikin dikarin li wan nûçeyan binêrin.
Yên dibin sedema valakirina gundên kurdan, şehîdbûna Pêşmergeyan û dagirkirina kurdan fermandarên Xerîb Hiso yên li Qendîlê ne ku di hembêza mellayên Îranê de rûniştine.
Dijminên herî mezin û yên kurdan ew in yên ev 40 sal e 20 hezar keç û lawên kurd li serê çiyan ji bo, ‘demokrasiya Îran û Tirkiyê û biratiya gelan ‘ dane kuştin û îro hemû serwet, saman hêz û pîrozbahiyên Herêma Kurdistanê dikin armancên xwe.
Xayin û nokêrên Tirkiyê û Îranê ew in yên di her êrîşeke boriya neftê ya Herêma Kurdistanê de nêzîkî 100 milyon dolarî zirar digihînîn xezîneya Herêma Kurdistanê.
Xwînmij ew in yên bûn sedema wêrankirina Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Farqîn, Liceya Bakurê Kurdistanê û di nava 3 mehan de 10 hezar law û keçên kurd kirin qurbaniyên siyaseta xendekan û namûsa kurdan pêşkêşî artêşa dagirkeran kiriye.
Divê êdî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizanibe. Rûyê reş ê PKKê û komikên wê zelal e û aşkere ye wê ew êrîşên PKKê her berdewam bikin û bi berdewamî jî propagandaya xwe jî bikin.
Herêma Kurdistanê hevpeymanê NATOyê û Yekîtiya Ewropayê ye û NATO jî û YEyê jî PKKê weke terorîst nas dikin. Di demeke wisa de ji bo jinavbirina PKKê û bi dawîkirina êrîşên PKKê Herêma Kurdistanê divê bilez ligel wan hevpeymanên xwe bikeve peywendiyê û tedbîrên pêwîst werbigire.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî divê êdî razî nebin PKK bibe bahane û rê ji dagirkeriya Tirkiyê re xweş bike li Başûrê Kurdistanê. Hemû hizbên Başûrê Kurdistanê divê bizanibin heger îro li beramber PKKê nesekinin ya bi sere Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî de hatiye wê bi serê Zaxo, Amêdî, Dêralûkê, Qeladizê, Kanî Masê, Mawetê jî de bê û ew bajar û navçeyên Kurdistanê jî têkevin bin serweriya Tirkiyê.
Roj beriya rojekê divê Parlementoya Kurdistanê li ser êrîşên PKKê û dagirkeriya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê civîneke awarte saz bike û tedbîrên pêwîst bistîne.
16.06.2021