CîhanRojev

Biden û Putin li hevkirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Swisra bajarê Cenevreyê civiyan. Li gora daxûyaniya Rusya herdu welata ji bo vegerandina pêerwendiyên diplomatik li hev kirine.Piştî civina herdu serokan daxûyaniyek hevbeş di derbarê encam û naveroka civînê de hate ragihandin.

Piştî civînê Putin da xûyakirin ku, civinek gelek erênî pêkhat û dibêje: Me bi Biden re li hev kirin ku li ser şêwra destpêkirina ewlehîya sîberê lihev kir. Ev pir girîng e.” Putin ragihand bi Biden re li hev kirine ku balyozên Rûsya û Amerîkayê yên ku ji bo şêwirmendiyê hatin paşvegerandin, ji nû ve vegerin ser postên xwe.

Biden jî da xûyakirin ku, wî ji Putin re got ku rojeva min ne dijî Rusya an welatek din e, ew ji bo gelê Amerîkî ye. Biden dibêje ku, min dîtina xwe ya di derbarê mafên mirovan de ji Serokê Rûsyayê Putin re got û ezê vê bi berdewamî bêjim.

Herweha Biden dibêje ku,

Min û Putin li hev kiriye ku mekanîzmayek diyaloga aramiya stratejîk saz bikin da ku pêşî li belavbûna çekên nû û tevlihev bigire û min ji Putin re got ku em ê tehemul nekin li ser hewildanên ku serweriya me ya demokratîk binpê bikin an rêza hilbijartinên meyên demokratîk têk bibin.

Back to top button