Raporeke navdewletî: Nefta Kerkûkê bi qaçaxî dibin

Li gor raporeke Grûpa Qeyrana Navdewletî, rûdanên piştî 16ê cotmehê û êrîşa hêzên Iraqî li ser wan navçeyan, neku her derza di navbera Bexda û Hewlêrê ya di derbarê çareseriya pirsa navçeyên kêşe li ser kûrtir kiriye, belku nakokiyên mezin jî li navbera hêzên Kurdan de pêkaniye.
Piştî hilbijartina Parlemena Iraqê li gulana 2018 de peywendiyên Kurd û Bexda li gelek waran da berev pêşveçûne, lê belê ji bilî hinek hewlan rewşa Kerkûkê de tişteke wiha neguheriye. Li şubata 2019 Hikumeta Iraqê bi beşdariya nûnerên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîjneyeke bilind ya çareserkirina wan derzên emnî yên navçeyên kêşe li ser pêkanîn.
Piştî mehan Bexda û Hewlêr li ser hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşê de li hev kirin, lê belê nakokî li ser hebûna bingehên Pêşmerge li nava parêzgehê de şikesta wê hewlê jî anî. Li dawiyê de jî Bexda bêyî beşdariya Pêşmerge, Fermandeyeke Operasyonan pêkanî.
Li destpêka 2019 ve Neteweyên Yekgirtî hewl dan û guftûgoyeke emnî li navbera Parlementerên Kerkûkê destpêkir bo ku çareseriyeke dirêj ji bo parêzgeha Kerkûkê destbixin. Li civînan de, nûnerên Ereb û tirkmen dijî vegerana Pêşmerge ya parêzgeha Kerkûkê bûn û bi wan baştir bû artêşa federalî li ser tixûbên parêzgeha Kerkûkê bê, bo ku rê li pêşrewiya Pêşmerge bigrin. Parlementeran pê başbû ji bo parastina asayîşa navxweya Kerkûkê hêzeke fireh neteweyê bê pêkanîn ku ji pêkhatên Kerkûkê pêkhatiba, lê belê li jêr çavdêriya Hikûmeta Federalî bê.
Grûpa qeyrana navdewletî du bijarde ji bo çaksaziya rêkxistina emnî ya Kerkûkê dixe rû ku yekem mekanîzma emnî ya hevbeş di navbera Kurd û Bexdaye. Bijardeya duyem eweye li gel wan hêzên hevbeş da hêzeke fireh neteweyî jî ji hemû neteweyan bê dirustkirin.
Li gor raporê bijardeya duyem baştirîn rêkxistina emnî ye ji bo rêkxistina asayîşa Kerkûkê, lê belê ew bijarde pêwîstî bi çarçêweya yasayî û çavkaniya darayî ya zêdetir heye ku niha tê dabînkirin. Ji bo wê yekê zehmete Bexda li wê rewşa niha de bikarê bi cîh bike, di demek de paşxistina çareseriya dosye ya emnî ya Kerkûkê rê ji bo serhildana Da’îş xweş dike.