Hikûmeta Herêma  Kurdistanê rapora hûrbîniyê ya berhemanîn, hinardekirin, bikaranîn, xercî û dahatiniyê nefta Herêma Kurdistanê ya şeş mehên dawiya sala 2017ê (01.07.2017-31.12.2017) diweşîne. Ew rapor ji aliyê kompaniya cîhanî Deloitte ya şareza û pispor di warê hûrbîniyê de hatiye amade kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 16.12.2018ê rapora şeş mehên yekem ji sala 2017ê weşandibû ku ew rapor jî ji aliyê kompaniya cîhanî Deloitte ve hatibû amadekirin û hemû detaliyên berhemanîn, hinardekirin, bikaranîn, xercî û dahatiniyê nefta Kurdistanê di raporê de nîşan dabûn.Encumena Hermî ji bo karûbarên neft û gazê ya Herêma Kurdistanê dibêje ku gişt hevwelatiyên Kurdistanê maf heye detaliyên pirosesa berhemanîn, hinardekirin, xercî û dahatiniyê nefta Herêma Kurdistanê bizane. Ew detaliyên di raporan de hene bi awayekî fermî ji aliyê kompaniya Deloitte ve hatine pişt rast kirin. Ev jî yek ji xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên  diwarê bişefafkirin, lêpirsîn û hikûmdariyeke baş li herêma Kurdistanê ye. Encumena Herêmî ji bo karûbarên neftê soz dide ku li ser weşandina zanyariyan li ser pirosesa neft û gazê berdewam bin.Di raporê de jimare û zaniyariyên nû berçavkirine bi taybetî di warê; xerciyên giştî, xerciyên peywendîdar bi pirosesa berhemanîn, hinardekirin û firotina neftê, xerciyên miaş, buhayê yek bermîla neftê li hember nefta Brent.Encumena Hermî ji bo karûbarên neft û gazê girêbest digel her du kompaniyên cîhanî yên şareza û pispor di warê hûrbîniyê de, Deloitte û Enst&Young î, îmza kiriye ku pirosesa neft û gaze ya Herêma Kurdistanê bişopînin û raporên xwe ji raya giştî re berçav bikin. Her du raporên şeş mehên yekem û şeş mehên dawiyê ji sala 2017ê hatine weşandin û ew kompanî nuha xwe ji bo amadekirina rapora şeş mehên yekem ji sala 2018ê amade dike.Teksta rapora kompaniya Deliotte ya îmza kirî bi hemû detaliyan bi forma PDF bi her hersê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî27 pirs û bersiv bi forma PDF ka ji bona zelal kirin û hêsankirina têgehiştina Raporêbi her du zimanên kurdî û îngilîzî 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: