Civak

Rapirsîna herî dawî!

Li gorî rapirsîna Stenbolê ya Optimar Research, yek ji dezgehê ku herî rast hilbijartinên dawî pêşbîn kir; Di navbera Murat Kurum û Ekrem Îmamoglû de pêşbirkeke dijwar heye, bal kişand ku namzetê Partiya Refahê Mehmet Altinoz ji sedî 10 dengan digre.

Dezgehên rapirsêna jî encamên lêkolînên xwe bi raya giştî re parve dikin. Di dawiyê de, ji rapirsîna Stenbolê ya Optimar Research, ku yek ji wan pargîdaniyên ku herî rast hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê pêşbîn kir, encamek balkêş derket.

Di rapirsîna li ser hilbijartinên Stenbolê ku ji aliyê Optîmarê ve di navbera 21-24ê sibatê de li ser 3 hezar kesan hat kirin de rêjeya kesên ku gotine ew ê dengê xwe bidin Mûrat Kurum ji sedî 41,7 bû, rêjeya kesên ku gotibûn dê dengê xwe bidin Ekrem Îmamoglû jî Ji sedî 41 bû.

Di heman rapirsînê de rêjeya kesên ku gotin dengê xwe nadin Mûrat Kurum ji sedî 50,7, yên ku gotin dengê xwe nadin Ekrem Îmamoglû jî ji sedî 51,9 bû.

Di rapirsîna Optimar de balkêşiya herî mezin namzedê Partiya Refahê Mehmet Altinoz bû . Balkêş bû ku rêjeya dengê Altinöz di rapirsînê  de ji sedî 10 bû.

Namzetê YRP’ê Mehmet Altinöz: Ji sedî 9,8

Namzetê Partiya Serkeftinê Azmî Karamahmutoglu: Ji sedî 7,7

Namzeta DEM’ê Meral Daniş Beştaş: Ji sedî 7,4

Namzeta İYİ Partiyê Buğra Kavuncu: Ji sedî 5,3

Namzetê Partiya Saadetê Bîrol Aydin: Ji sedî 3,7

Namzetê Partîya Welat Berk Hacîgûzeller: Ji sedî 3

Namzetê Dewa Îdrîs Şahîn: Ji sedî 1,6

Namzetê Partiya Welat Îbrahîm Okan Ozkan: Ji sedî 1,5

Namzetê Partiya Netewî Hasan Husnü Guner: Ji sedî 1,3

Back to top button