Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 21 roj man, Serokê Şîrketa Lêkolînê ya MAK’ê Mehmet Alî Kulat, di rapirsîna de rewşa dawî eşkere kir. Kulat 3 hefte beriya hilbijartinê ferqa her du navan, namzetê serokomariyê eşkere kir. Kulat anî ziman ku bi taybetî di meha dawî de ferqa di navbera tifaqan de kêm bûye û got, “Lêkolînên ku piştî duşemê bên kirin dê encamên rastir bidin.”
Kulat berdewamiya nirxandina xwe de got: Ji roja lîsteyên berbijêran eşkere bûyîn ,di rapirsinan de dixweyê ku,Kiliçdaroglu 3 prosenta li pêşiya Erdpgan e.


