CivakRojev

Raperîn berhema yekîtiya hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekezî li wê yekê kir ku “Raperîn, peyameke zelal a gelê Kurdistanê ji hemû cîhanê re bû ku ew bindestî û dagirkeriyê red dike û dixwaze bi serbilindî û bi rûmet bijî. ”  

Serokwerzî Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya 32 saliya raperîna mezin û birûmet a gelê Kurdistanê ya Adara 1991ê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî hemû gelê Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.”

Serokwerzî Mesrûr Barzanî diyar kir, “Raperîna birûmet a sala 1991’ê, berhema yekîtiya hêzên Kurdistanî, civak û beşên cuda yên gelê Kurdistanê bû ku qonaxeke dîrokî di têkoşîna gelê Kurdistanê ya rizgariya ji bindestî, dagirkerî û azadiyê de dirust kir.”

Her wiha tekezî li wê yekê kir ku “Raperîn, peyameke zelal a gelê Kurdistanê ji hemû cîhanê re bû ku ew bindestî û dagirkeriyê red dike û dixwaze bi serbilindî û bi rûmet bijî. Di vê boneya pîroz de, em tekezî li ser yekrêzî û tebayîya gelê Kurdistanê yê niştimanperwer dikin ji bo parastina destkeft û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ku em bi her awayî berevaniyê li wan bikin û dest jê bernadin û proseya avadankirin û geşepêdana Kurdistanê de berdewam dibin.”

Serokwerzî Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Di salvegera raperînê de em bejna xwe li ber şehîdên nemir ên raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Back to top button