Civak

Qosarî Çalakîya Kehrebayê kirin(Vîdeo)

Bajarê ku girseya wê nêzî 300.000ê ye ji roja roj de problema elektrîkê dikêşe. Lê îsal, ji ber ku sazîyên dewleta dagirker a faşîst, trafo nûjen nekirin, kul û derdên bajarîyan zêdetir bûn.

Li ser vê yekê ciwanên ku bi navê “Xortên Kurdistanî” berîya vê çalakîyê jî, li hin deveran deng ve dabûn, organîze bûn û bi piştgirîya gelê bajêr, li Qada Azadîyê civîyan.

Di çalakîya ku bi navê “Sixêfan ji tarîtîyê re nede, tu jî findekê pê bixe” dest pê kir de, ji her alîyê bajêr, tax bi tax, girseyeke ku nêzî 100 kesî bû; jin,mêr,pîr,xort û zarok hebûn.

Her kesekî ku bi findên xwe beşdarî çalakîyê bûbû, dil dikir ku girse pirrtir bibe, da ku yên elektrîkê didin bajêr, werine rayê.

Di çalakîyê de organîzatorên çalakî axaftineke xurt û kurt kirin. Di axaftinê de, çêlî gellek mijarên cur bi cur ên bajêr û welatê xwe Kurdistanê kirin. Axaftan anî zimên ku; “em xortên welatekî bindest in. Em, kesine azad û ne girêdayî partî an jî sazîyekê ne. Bi tenê me dil heye ku dewlemendîya axa me dîsa li me vegere. Û em ê di çalakîyên xwe jî qet sêrî li tund û tujîyê nedin. Em ê bi awayên herî demokratîk mafê xwe bistînin”.

Piþtî axaftinê, sloganên wek; “Bê ceryan jîyan nabe.” “Ceryan mafê me ye.” “Bijî azadî, bimre tarîtî” hatine gotin.

Û girse bi awayekî rêk û pêk belav bû.

Piþtî çalakîyê jî xemxurekî bajêr, li gel sazê xwe ji xortan re stra.

Rojevakurd / Qosar
Birûsk Aryan
[email protected]

Çalakîya hefteyek berê …

 

tedas1_944895988.jpg

tedas2_589428423.jpg

tedas3_789529759.jpg

tedas4_614215595.jpg

tedas6_120448211.jpg

Back to top button