Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya şerê dijî Da’îş li Musil û metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Nînowa û qonaxa piştî Da’îş xistin ber behs û guftûgoyan.Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û peywendiyên dû qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Brîtanya li qonaxa niha û paşarojê de danustandina bîr û ramanan kirin.Li beşekî dinê vê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê stratejî û siyaseta welatê xwe ya di derbarê rewşa navdewletî û guhertinên siyasî ji bo Serok Barzanî zelel kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: