Polîtîk

Qonaxa duyem destpê kir ?

Yekem civîna qonaxa duyem li rojavayê Kurdistanê destpêkir. Civîn li bajara Qamîşlo di navbera ENKSê û Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (ji beri demeki ji aliyê PYDê ve ev yekitî hatibû ragihandin) de hate li darxistin. Di civînê de, fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û şêwirmendê Amerîkî yê Hêzên Koalîsyona Navdewletî William Roebuck jî amade bûn.

Wek tê zanîn di qonaxa yekem de ji bo yekrêziya mala Kurd li rojavayê Kurdistanê civîn di navbera ENKSê û PYDê de dihatin li darxistin. Di qonaxa yekem de pirsên siyasî hatin gotubêj kirin û serkeftî derbas bû. Lê ji berî qonaxa duyem destpêbike PYDê li gel 25 rêxistin û aliyan, Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd ava kir û daxwaz kir ku bi ev yekitî li gel ENKSê hevdîtina berdewam bike. Di rastiya xwe de ev 25 partî hemû girêdayê PYDê ne û PYD di vê pêvayoja hevdîtinên yekitiyê de wek manewrayek siyasî ev nav peyda kir . Di rastiya xwe de ev yekitiyek kartoniye .

Tê zanîn ku her çikas eşkere neyê gotubêj kirin jî, PKK naxwaze di nava aliyên siyasî yên rokavayê Kurdistanê de yekrêziyek peyda bibe. Ji bo vê jî astenga diafirîne. Lê di nava PYDê de daxwaziyek ciddî ji bo avakirina yekrêziyekî li rojavayê Kurdistanê heye. Taybetî fermandarê HSDê Mazlum Ebdî, girêdayê Amerikayê vê yekê dixwaze û hewldanên baş jî dike. Herweha desthilata başûrê Kurdistanê gelek arikariyê ji bo avakirina yekitiyekî li rojavayê Kurdistanê dike. Taybetî serokê herêma Kurdistanê di vê derbarê de hewldanên hêja dike.
Mixabin bi tenê daxwaziya yekitî nayên avakirin. Gelek kesayetên siyasî û hinek aliyên siyasî bê ku di rastiyê de baweriya wan hebe radibin û rûdinin behsa Yekitiyek Netewî dikin. Lê nabêjin bila yekitiyek çewebe, li ser çi bingehekî be. Herweha behsa astengên di rêya yekitiyek netewî li ser bingehê berjewendiyê Kurdistanî û netewî nakin. Hema bi gotinan û şîaran yekitî nayên avakirin.

Du asteng di rêya yekitiyekî li rojavayê Kurdistanê de hene. Yek ji wan PKK naxwaze yekitiyek çêbibe û naxwaze PYD desthilata xwe kesek din re parve bike. Yanî PKK dixwaze li gora daxwaziya Rusya pêwendiyên stratejik li gel rejima Suriye avabike. Lê di rewşa îro de nikare eşkere li himber daxwaziya Amerikayê derkeve. Herweha hewldanên Mazlum Ebdî ne li gora daxwaziya PKKê ye . Ew li gora Amerika û hêzên hevpeymanî tevdigere.

Ji aliyek din ve hinek kes di nava ENKSê de jî naxwazin ev yekitî çêbibe. Sedemên ku ew naxwazin mimkine girêdana wan a kesayetî li gel Tirkiye be. Lê ew kesayet tu cara ne di wê hêzê de ne ku bikaribin astenga di rêya yekitiyê de çêbikin.

Diyaloga kurd û kurd a qonaxa duyem de destpêkirî, gelek hesanî derbas nabe. Ji ber ku pirsên leşkerî û îdarî di vê qonxê de têne li ser maseyê gotubêje. Yanî dê rewşa Pêşmergeyên Roj û herweha awayê cîgirtina ENKSê di nava reveberiya îdarî de bê gotubêj kirin.

Dê qonaxek zehmet be, lê îarada daxwaziya pêkanîna yekitiyekî li rojavayê Kurdistanê dê bikaribe vê zehmetiyê derbas bike.

Hêvî ewe ku bi ruhek niştimanî her aliyek van gotubêja bike. Eger mirov berjewendiyên netewî, li ser berjewendiyên kesayetî û rêxistinî re bigre her tişt hesanî tê pêkanîn.


12.6.2020
Nûçe/Analîz
Rojevakurd

Back to top button