Cîhan

Qesra Spî: Serokê Sûriyeyê li ser rêya çûnê ye

Duhî roja pêncşemiyê Qesira Spî, di helwestekê xwe yê nû de li dijî desthilata Sûryeyê, di daxuyaniyekê de got ku serokê Sûryeyê “li ser rêya çûnê ye” û serokê sûrî dê Rojhilata Navîn ber bi “rewşeke xeter ve dibe” dibe.

Berdefkê Qesira Spî Jay Carney di preskonferensekê de li Waşîngtonê got: “Sûriya bê Beşar Esed dê baştir be” û gelek kes li Sûryeyê û li cîhanê pilana paşeroja Sûriya bê Beşar Esed  amade dikin:

– Beşar Esed li ser rêya çûnê ye….Divê em hemû hizira xwe di qonaxa piştî Esed de bikin ku îro 32 milyon sûrî ji bo wê qonaxê serhildan e.
– Em dikarin bêjin, bêy ku em risk bikin ku, pişştî Beşar Esed Sûriya dê di rewşeke gelek baştir de be.

Heta nuha Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) bi awayekî vekirî û direct negotiye ku dive Beşar Esed dest ji hukim berde, lê li got çavdêrên siyasî ev helwestê ku duhî Qesira Spî îlan kirî li dijî hikûmeta sûrî guhertineke mezine di helwestê DYA yê de li dijê Beşar Esedê serokomarê Sûryeyê.

Ji aliyek din, DYA yê cezayên abûrî li ser rijêma sûrî berfirehtir kirin û sermayedarê sûrî Mihemed Hemşo xwediyê Grûpa Hemşo ya Navdewletî jî xist di lîsteya cezayan de ku êdî kompanî û şirketên DYA kontrakatan pê re îmza bikin û hemû sermayeyê wî tê blok kirin.

Back to top button