Polîtîk

Qendil wek Ocalan nake

Hêvdîtinên di navbera rayadarên Tirk û Ocalan re çêdibin ber bi çi konaxê ve diçe nayê zanîn.

Hukumet tiştekî dibêje û berpirsên HDPê tiştek din dibêjin. Wek din Raya Giştî ne agahdare.

Lê li gora nûçeyên derdikevin û nirxandinên têne kirin  Qendîl û Îmralî wek hev nafikirin. Daxuyaniyên Ocalan û KCK ne wek hevin.

Rayadarên hukumetê vekirî dibêjin ku Demirtaş peyamên Ocalan rast nagihîne.

Hukumet behsa devjêberdana çekan dike ,lê KCK vekirî heta vê gavê dijê vê yekêye.

Başe dê çi bibe? Qendîl dê ya Ocalan bike yan na? HDP di vê derbarê de çi dike ne zelale. Lê dixweyê HDP xwe biryara Qendilê ve girêdayîtir dibîne.

Ji aliyek din KCK û HDP jî di hemû daxuyaniyan de dibêjin em li dûv Ocalanin , lê dixweyê ev yek ne raste. Ji ber ku pratîkê de wek Ocalan nakin. Dê rojên pêşiya me bûyerê zelaltir bibe.

Lê eşkereye ku astenga rêya pêvajoyê de Qendil e.

Back to top button