Polîtîk

Çavkorî siyasetê dike

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal hevpeyvînek li gel İrfan AKTAN / ZETE kir.
Kartal cardin ketiye di nava nirxandinên vale û bê wate de. yek tiştekî dibêje dijminatiya PDKê dike. Lê Kartal dema dijminetiya PDKê dike derewa dike. Rastiyê  vedişêre. Kartal gotinên xwe de ji hudutê ehlaqî derdikeve û vekirî bi zimanê dijminekî nirxandina dike.

Di vê qada siyasî de li Kurdistanê kî sîxûrê kîye baş tê zanîn.
Berê xwe bidinê Kartal çi dibêje:PDK li Rojava bû sedemê problemen mezin. Li Rojava PDKê li gel Ak Partiyê hereket kir.

Ne PDK be hemû aliyên siyasê li Başûr hevkarî li gel Rojava kirin. Hemû partiyên Rojhilat û Bakur pişgirî dan Rojava .Lê ji bo çi PDK dijitiya Rojava dike.

Herweha Kartal gelekî tevlî hev dike û di dawiyê de dibêje: “ KDP di nava planên Suniya di herêmê de ye. KDP dizaniya wê DAÎŞ bikeve Şingalê û ji bo vê jî hêzên Pêşmerge ji Şingalê dan aliyekî. PDK Şengal feda kir.“

Remzî Kartal van tiştan dibêje, Kartal bi xwe jî tiştên dibêje bawer nake. Lê mecbure bêje. Kesayeta remzi Kartal baş tê zanin. Herkes li gora kesayeta xwe siyasetê dike û dibe berdevkê aliyên dijminatiya xeta netewî dike. Kartal bi van gotina erkê xwe tînê cih.
Gelek caran behsa yekitiya kurdan tê kirin. Eger Kartal jî kurdbe gelo dê çewe bi vê zihniyetêre yekitiyek ji bo berjewendiyên netewî bê avakirin.

Gotinek kurdî heye dibêje “ Dê werê vî kerî vî borî re derbas bike“ Dê werê Remzî Kartal û ziyniyeta wî ji vî miletîre bêje….

Nûçe-analîz/N.firat

Back to top button