Nivîsar

QENDÎL pîşgirya Kiliçdaroglu dike, lê çima şerê PDKê dike?

Wek tê zanîn di dema biryara hilbijartina hat girtin heta wek vê gave HDP di nava gotubêjekî de bû.  HDPê di serî de dan xûyakirin ku, ew di nava xwe de ji bo kifşkirina berbijêrekî yê serokkomariyê dixebitin. Heta heyeta HDPê serdana Demirtaş kirin û jê re pêşniyar birin ku bibe berbijêr. Demirtaş qebul nekir û HDP dida xûyakirin ku ew dixwazin berbijêrek jin destnîşan bikin. Lê ev hemû leyiztikek siyasî bû.

Ji ber ku, di seride roja ku biryara hilbijartina hatî dayîn Qendil û CHPê li hevkirî bû. Mimkine hevserokên HDPê naveroka vê lihevkirinê nizanibin, ji ber ku hevsar bi temamî di destê Qendilê de bûn. Heta ev yek di nava Kurdên ku pişgiriya HDPê dikin bû sedemê nexweşîyekî.

Heta wek vê gave li hevhatina CHPê û Qendil nayê eşkerekirin û dê tucarî jî nikaribin eşkere bikin. Eger Kiliçdaroglu serbikeve dê di desthilata xwe de cih bide HDPê. Lê dê vê carê nûnerên Qendil di nava desthilatê de , wê ne Kurdbin. Nûnerên Qendil Hasan Cemal, Cengîz Çandar û yên wek Sirri Sureya bin. Yanî dê kesayetên Kemalist bin .

HDPê bi awayek eşkere bi rêya Tifaqa Ked û Azadiyê pişgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu eşkere kir. Di daxûyaniyê de cardin behsa Kurda nekirin û Tifaqa Ked û Azadiyê dibêje: Weke ku tê zanîn, şoreşger, demokrat û bindestên gelên Tirkiyeyê bi navê Tifaqa Ked û Demokrasiyê de li hev kom bûne. Me biryar dan ku di hilbijartinên Serokkomariyê de namzet nîşan nedin û di hilbijartinên parlamentê de jî di bin sîwana tifaqê de tevlî bibin. Di vê pêvajoya diyarker a siyaseta Tirkiyeyê de hem ji bo bicihanîna wezîfeya xwe ya dîrokî, hem jî ji bo paşeroja nifşên nû, me biryar dan ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de di hilbijartinên serokkomariyê yên 14ê Gulana 2023an de me biryar dan ku piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu û em vê biryara xwe bi raya giştî re parve dikin.

Tifaqa ku ji HDPê û grubên çepên Tirkan pêkhatî dibêje: Em bang dikin ku di hilbijartinên parlamenteriye de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê, di hilbijartinên Serokomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Siyaseta PKKê kifşe, PKK ji nihave di medya xwe de, ji bo hilbijartina şerê PDKê dike. Rojane di medya xwe de PDK bi pişgiriya “Faşîstan “itham dike.

Di weşana fermî ya PKKê Lekolin de rojane nivîsên li ser derewan hatîn avakirin tene nivîsandin û PDK bi hevaltiya AKPê tawanbar dikin. Di nivîsekî de ku di Lêkolinê de hatî weşandin de dibêje:

“ Çima PDK di van hilbijartinan de jî weke berê tevdigere û helwesta xwe dide xûyakirin? Nivîskar, wênesaz, sempatîzan û hin burokratên wê vê yekê pir vekirî, bê şerm dikin. Qaşo helwesteke kurdewarî digrin û HDPê wek partiyeke tirkperest bi nav dikin. Tifaqa PDK-AKP, hevkarî, şirîkatî, tu çi bibêjî, tê zanîn. Rewşeke nû nîne. Berê jî PDK’ê bi gelek awayan bi taybet li Bakurê Kurdistanê destekeke mezin dabû desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û ji bo vê jî xebat dikir. Tifaq û hevkariya PDK-AKP ne tenê li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê ye, li dijî her kesê ku li dijî AKP’ê be ye.“

PKK ji bo parastina dewleta Kûr a Tirka weşêre divê êrîşê PDKê bike. Tu pêwendiya PDKê rasterast hilbijartinên Tirkiye û Kurdistana Bakur re tûneye. Lê gelek welat û dewlet li himber hilbijartinên Tirkiye dîtinên xwe dibêjin. Desthilata başûrê Kurdistanê xwedî dost û havalane, her demî ew rêbaza Kurdeyatîyê rêve dibin û tişta ku berjewendiya gelen Kurdistanê de be û herweha tişta ku destkeftiyên Kurdistanî biparê ze dikin.

PKK bi hemû awayî wek sîxûrê dewletên dagirker dijminatiya desthilata başûrê Kurdistanê dike û `Gerilayên “ xwe hemû weke tehdîtekî li dijê desthilata Başûr tevdigerîne.

Lê niha jî hevkariya xwe ya li gel CHPê û Tifaqa Milet wedişêre û ji bo vê jî her tiştekî dike. Berbijêrin CHPê vekirî dibêjin, dê PKK ji dest çekan berde, emê demokrasiyek nû avabikin û behsa “aşitiyê“ dikin.

PKK ber bi têkçûnekive diçe, hêdî ne Kiliçdaroglu û ne jî IYI Parti nikare PKKê ji têçûnê xilas bike.  PKKê vekirî li ser maseyê 6 kolî de wek aliye heftan cih girtiye. Lê ji bo siyaseta bê şexsiyet nikarin vê yeke eşkere bikin. Ji bo pisîtiya xwe veşêrin erîşê PDK dikin.

29.4.2023

Nêrîn / Şirove

Back to top button