Civak
Qehremanek bê deng
Said Çurukkaya(Dr.Silêman) qehremanek bê deng e.Roja şerê DAÎŞê li Başûr destpêkir , Dr.Silêman ji Almanya hate Kurdistanê û di refên pêşmergeyên Kurdistanê de cih girt.Seîd pêşmergeyên xwebexş perwerde kir û di şer de her demî refên herî pêş de cih girt. Taybetî operasyona Şingalê de, wek bi sedan pêşmerge berê xwe da mirinê û jîrbûna xwe sedan pêşmerge ji kuştinê xelas kir.Seîd berpirsê pêşmergeyên xwebexşe û ew pêşmerge wek Hêza Agirî têne naskirin.Di şerê Başîka û Xazirê de DAÎŞê bi tundî û întiharî êrîşên hêzên pêşmerge kir. Nêzikî 20 pêşmerge bi êrîşên întixarî şehid bûn , Dr. silêman cardin qehremaniyekmezin nîşanda û gelek êrîşê DAÎŞê pûç kirin.Seîd Çurukkaya ji akurê Kurdistanêye, helwesta wî cihêşnaziyê ye.