Kultur

Qedexekirina Kurdî di twiterên şaredarîyan de

Platforma Zimanê Kurdî di derbarê qedexekirina Twitterên Kurdî de daxûyaniyek belav kir.

Daxûyanî:


Qedexekirina Kurdî Di Twiterên Şaredarîyan De.

Ev çi demê ev çi dewran e, ev çi dırûtiyê, ev çi helwestên beradayî ne?

Dîsa weke hercar di vê dema dawî de gelek helwestên xerab di derbara zimanê Kurdî de tên girtin. Her kes li gorî nezanî û çewtiyên xwe di derheqa zimanê Kurdi de bêserûbêr daxuyaniyan didin, peyaman pêşkêş dikin, helwestan pêşdixin û mafên bikaranîna zimanê Kurdî dixwazin asteng bikin. Lê bila hemû kes û sazî bizanibe ku ev helwesteke şaş e.

Pêşi li Şaredariya Bedlîsê li ser zimanê Kurdî helwestên kêfî hatin pêşxistin, dûra poşman bûn û hicetên teramera pêşkêş kirin. Li hinek deveran navê kolan, tax û tabelên bi Kurdi guhertin. Hinekan xwestin nav û şopên Kurdi tunebikin. Hinekan xwestin ku dıjminayetiya xwe bi Kurdan re di wan mijaran de pêşbixinîn.

Gava ku Wezareta Hundirî qayum danîn ser sê Şaredariyên Kurdan, biryara xwe di malpera wezaretê de bi Kurdî jî belavkirin! Ango li aliyekî qedexe û zordestî, kêfîbûn û înkarkirin, li aliyê din Wezara Hundirê biryarê xwe bi Kurdî belav dike! Dîsa, piştî ku Walîyê Wanê bû qayûm li ser Şaredariya Wanê, wîna jı hema demildest di malpera şaredariyê de nivisandina twiterên bi Kurdî qedexe kirin.

Bi rasti li miqabilî wan helwestan mirov dikeve nava mitalan: gelo ev çi dirûtiye, ev çi maf û hûqûq nenaskirine, ev çi sergêjekiye? Çima her alî dixwaze li zer zimanê Kurdî xitimandin û derûniya xwe bide der? Kî ji kê re çi şelafiyan dike? Ew ên ku bi vê rêya hanê dixwazin kevneperestî, nejatperestî û dijminayetiyê bi Kurdan re bikin, bila zanibin ku ew di nava helwestên çewt de ne û tu kes jî nikate sûdê ji wan biryarên çewt bidest bixîne.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî van helwestên teramera şermezar dikin û ji dewletê daxwaz dikin ku helwesta xwe di derbare zimanê Kurdî de zelal bike. Peyamê dewlet û saziyên dewletê divê werin zelal kirin. Divê helwesteke tebût were pêşkêş kirin. Li aliyeke dewlet weşana TRT bi Kurdî dike, li aliyekî li Zanîngehan beşên Kurdi hene, li dibistanan derza bijarte heye û li aliyekî jî dijminayetî bi zimanê Kurdi re tê kirin. Ji ber wan sedeman em çareke din dubare dikin; zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Divê zimanê Kurdi bibe xwediyê statûyeke hıqûqî. Ji bona çareseriya wan pirsgirêkan divê dewlet sazîya zimanê Kurdî bi fermî damezrîne. Şelûlibûn divê ji holê rabe.

İncex wilo pirsa zimanê Kurdî normalîze bibe, bibe civakî û mafekî xwezayî. Em Kurd doza zimanê xwe dikin! Em Kurd ne li dijî zimanê tu kesan e, bila ji kerema xwe re jî tu kes dijminayetiye bi zimanê Kurdî re neke. Yên ku dijminayetiyê bi zimanê Kurdi re bike, dijminayetiyê bi Kurdan re dike. Bila ev wilo bê zanîn!

Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir. 25 08 2019

Back to top button