Qasim Şeşo: Şengal ji alî komên çekdar ên neqanûnî ve hatiye dagîrkirin
Fermandarê Hêza Pêşmerge yê Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku Serok Barzanî piştevanîya xwe ji bo xelkê Şingalê dûpat kir û pêwîstî bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê heye û got: Grûpên çekdar rê nadin ku penaber vegerin malên xwe.
Îro 16.10.2023 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya Fermandeyê Hêza Pêşmerge yê Şengalê Qasim Şeşo kir.
Qasim Şeşo di derbarê civînê de ragihand ku Serok Barzanî piştevanîya xwe bo xelkê Şingalê dûpat kir û got: “Barzanî got ku pêwîst e rêkeftina Şingalê bê cîbicîkirin da ku aramîya navçeyê û koçberan pêk bê û koçber vegerin malên xwe”.
Şeşo herweha got: “Serok Barzanî giringîyek taybet dide xelkê Şingalê û bi berdewamî rewşa awareyên Şingalê yên li kampên Herêma Kurdistanê dişopîne. Barzanî teqez li ser wê yekê kir ku ew ligel hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ji bo çareserkirina rewşa Şingalê û pirsgirêkên rawestandî hemû hewlên xwe didin”.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Şengalê Qasim Şeşo, di daxuyanîya xwe de wiha got: “Niha li Şengalê bi destê gelek komên çekdar ên neqanûnî hatiye dagîrkirin. Yên ku nahêlin penaber û welatîyên me vegerin malên xwe ew in. Divê ev komên çekdar ji Şengalê bên derxistin. Ji ber ku rê li ber pêkanîna qanûnan digirin”.
Şeşo diyar kir ku heta niha ji sedî 70 penaberan ji ber komên çekdar ên ku bajar kontrol kirine nekarîne vegerin malên xwe û li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.