Polîtîk
Qanûna serokkomariyê ji bo Erdogan hate guhertin
Li Tirkiye guhertinek di qanûna hilbijartina serokkomariyê de hate kirin. Li gora qanûna nû ku di komisyina destûrê ya parlementoyê de hatiye qebûl kirin, hêdî rêya serokkomariyê ji bo Erdogan vedibe. Li gora qanûna nû serokkomar ji bo 5 salan tê hilbijartin û kesek dikare ji bo du caran wek serokkomar werê hilbijartin.
Li gora qanûna nû, eger serokwezîr yan jî wezîrek bibe kandîdatê serokkomariyê dê ne hewce be ew ji postê xwe îstifa bike. Tê şirove kirin ku ev qanûn ji bo serokwezîrê niha Tayîp Erdogan hatiye çêkirin da ku, bikaribe bibe serokkomar.