Polîtîk

PYDê bersiva daxûyaniya Ocalan da

Rêveveriya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (PYD) di derbarê peyama Abdullah Ocalan de helwesta xwe bi daxûyaniyekî diyar kir.

Di daxuyaniyê de li ser peyama Ocalan ya parastina yekparçeyiya Sûriyê hat gotin, “Berê û heta niha jî em rêyên pêkanîna çareserî û aramiyê li Sûriyê bi pêwîstiya parastina yekbûna erdnîgarî û civakbûnê dişopînin.”

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyê de destnîşan kir, “Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nameya birêz Abdullah Ocalan a ku hewl dide çareseriyan bi rêbazeke diyaloga siyasî û demokratîk peyda bike, dinêrin ku wateyên binirx di nava xwe de dihewîne.”

Di berdewamê de hat gotin, “Birêz Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriyê ma, nêrînên wî yên kûr ku xwe dispêre zanebûneke dîrokî ya kûr, derbarê pêşketin û bûyerên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de hene.”

Rêveberiya Xweser li ser Tirkiyê jî got: “Tevî ku me tu gef li ser wê çênekirin, Efrîn dagir kir û destek da çete û kiryarên guhartina demografîk. Herwiha gelê Efrînê ku beşek ji axa Sûriyê ye, hate koçberkirin. Siyaseta wê ji destpêkê û heta niha derbarê doza Sûriyê de, tu çareserî pêşkêş nekirine, lê gef û êrîşên xwe heta niha dewam dike.”

Wek peyama Ocaln de hatî û herweha daxûyaniya rêveberiya PYDê de jî hatî diyar kirin, tu pirsgirêka kurd ji wan nemaye. Wek beşên din yên Kurdistanê di siyaseta wan de PKK,PYD, Ocalan û hemû derdora wn ji pirsa kurd derbas bûne. Lê dema ji wanre pêwistbe tenê ji bo xapandinekî navê Kurdistanê bi kar tînin.

Lê di vê daxûyaniyê de PYD , wek

Back to top button