PYD xelkê direvîne û îşkencê dike

Li gora nûçeya ku KURDWATCH belav kirî, kesên ku di 7ê hizêrana 2012ê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatibûn revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] dîsa azad in.

Di sibeha zû ya 9ê hizêranê de Dîbo Hesen, Beşîr Ebdilrehman Hesen, Ibrahîm Mehmûd, Merwan Ibrahîm, Elî Merwan Ibrahîm, Ibrahîm Memo û Reşîd Hesen ji girtîgehê hatin berdan. Di 13ê hizêranê de Nûrî Xoce, melayê gundê Sînka, serbest hat berdan. Kurê wî Têkoşîn Nûrî Xoce ta wê demê di mala xwe de girtî bû, lê hatibû qedexe kirin ku ji malê derkeve. PYD gefên kuşinê li wî xwaribûn, eger ew ji malê derketiba.

Ji ber vê sedemê Têkoşînê xwendekar nekarî li zanîngehê di ezmûnên dawiya salê de beşdar bibe. Bi kêmanî sê kesên revandî, Beşîr Çawêş, Hisên Çawêş û Dîbo Hesen, di dema revandinê de rastî işkenceyan hatin, Beşîr Çawêş û Hisên Çawêş bi elektrîkê jî hatin işkence kirin. Kesên revandî bi hevkariya bi muxaberatên tirkî re û stendina alîkariya aborî ji Tirkiyê û welatên Kendavê hatin gunehbar kirin.

Mistefa Hisên, endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, û Ismaîl Xelîl, endamê Komîteya Navendî ya Azadî, ku di 8ê hizêrana 2012ê de ji aliyê PYD ve hatibûn revandin, di 10ê hizêranê de serbest hatin berdan.

Nerîna min :