Polîtîk
PYD rê neda Siud Melle Serokê PDK-S biçê Rojavayê Kurdistanê
Siud Melle Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Suriyê, di dema vegeriyana wî ya ji Tirkiye yê li nava axa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD rê lê tê girtin û nahêlin derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bibe.
Li vî derbarî de Nurî Brîmo Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye li daxuyaniyeke taybet da vê nûçeyê piştrastkir û ragihand ku Siud Melle Sekreterê Giştî yê Partiya wan li ser Merzî derbasî Qoser(Kiziltepe) de li dema vegerana Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD ve rê lê hatiye girtin û jê re gotine ku tu Sekreterê Partiyeke qedexekiriyî li Rojavayê Kurdistanê ji bo wê yekê nikarî biçî nav axa Rojavayê Kurdistanê. Eger tu bixwazî bêyî nav axa Rojavayê Kurdistanê divê tu bêyî dadgeh kirin.