PYD meşrûtiyeta xwe ji rejimê distîne
Hevserokê PYDê Salih Muslim ji Nûçe Tv re behsa girtina endam û Kadroyên PDKS(El Parti) kir.
Muslim Çekdarên PYDê wek hêzêk xwedî maf da xuyakirin. Herweha tu aliyek din wek hêzên ku tu mafên wan tuneyî nirxand. Di derbarê girtina 74 endamên PDKS(El Partî ) de got: Di rojên borî de YPG û hêzên asayişa PYDê hinek kesên çekdar ku nêzîkî PDKê bûn û li herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtibûn girtin.
Bê goman li ser vê daxûyaniya Muslim gelek nirxandin û şiroveyên cuda tên kirin. Herweha Muslim nadê xuyakirin ku, gelo kî ew mafê ku PYD xwe çekdar bike û tu hêzek din yan jî aliyên siyasî ne xwedî mafin ku xwe bi leşkerî bi hêz bikin daye PYDê bi tenê.
Li ser vê daxuyaniya Saleh Muslim, Rojeva Kurd pirs ji sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Suriye(El Partî) Dr. Hekim Bişar kir.
Dr. Hekim Bişar di vê derbarê de got: Gelo kî ev maf û şer´îyet daye Salih Muslim û PYDê? PYD meşrûtiyeta xwe ji nîzamê Suriye distîne. Lê em meşrutiyeta xwe ji gelê xwe distînin. Li Bajarê Qamîşlo hinek hêzên rejimê ve girêdayî dewriye digerin û zordariyê li Kurdan dikin. Lê PYD li himber wan bê denge.
Wek din em hêza xwe û meşrûtiyeta xwe bi tenê ji gelê xwe distînin, ne wek PYDê ji rejima Suriye. Herksek dizane kû ew wek taşeronê rejimê li Kurdistanê kar dikin.