Polîtîk

PYD li rejimê vedigerê

Baskê siyasî yê HSDê li gel rejima Suriye dest hevdîtina dikin. Li gora agahdariya ajnsa Reuters dide xûyakirin, Encumena Suriya Demokratik li gel rejima Suriye dest civîna dike. Û li gora agahdariyan rejim dixwazê xizmetguzariyê bibe herêmên di bin destê HSD de.Di vê derbarê de hevserokê ESDê Riad Darar ji Reuters re gotiye, ev hevdîtin ji bo wêye ku rejim xizmetê li herêmê di bin destê mede dimîne bike, lê ev hevdîtin dikare li ser babetên leşkerî û siyasî jî bêne kirin.Wek din hevserokê ESD dibêje: Vêca dem hatiye ku em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.Ji aliyek din heman kesî ji ajansa AFP ê re gotiye: Em ji bo li hevhatinekî li ser Bakurê Suriye dixebitin.Wek din tê zanîn ku heta niha jî mûçeyên gelek karmendên li herênên Kurdistanê ji aliyê rejimê vet ê dayîn û gelek dezgehê rejimê li herêmên Kurdistanê hene û kagerin.

Back to top button