Polîtîk

Amerika çareseriyê li Hewlêr dibîne

Serokwezîrê  Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Brett McGurk  Nûnerê taybetiyê Serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletî dijî DAIŞê, Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Bexdayê û Konsulê wî welatî li hewlêrê kir.Di civînekê de, behsa dawîn pêşhat û pirsêsa siyasî ya Îraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nûya wî welatî û danûstanê navbera aliyên siyasî bo vê mebestê kirin.Herwiha bi giring zanîna danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan, pêdagirî li ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hebûne partiyên kurdî li Bexdayê ji bo pêkanîna hikûmeta nû kirin.Serokwezîr kûrtiyek derbarê danûstanên navbera aliyên siyasî yên Îraqî û Herêma Kurdistanê û berhev bûn ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê û herwiha danûstanên navbera partiyên kurdî ji bo beşdarî kirin di hikûmeta nû ya Îraqê de pêşkêş kir.Barzanî berhev bûna Herêma Kurdistanê jî ji bo destpêkirina danûstan bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê nîşanda.Li dawiya civînê jîm her du aliyan behsa dawîn pêşhatên xwenîşandanên Îraqê, parastina deverê û pêş xistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirin.

Back to top button