PYD: Her rêkeftina bi Tirkiyê re li dijî Sûriyê û gelê wê xiyanet e
PYD ji nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê nîgeran e. Serkirdeyekî lihevkirina bi Tirkiyê re yê li ser hesabê Sûriyeyiyan wek “xiyanet” bi nav kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava)her lihevkirina di navbera Enqere û Şamê de wek “komployeke mezin li dijî gelê Sûriyê û berjewendiyên gelê Sûriyê” nirxand.
Di daxuyaniya fermî de hat gotin ku, “Her lihevkirina ku bi dewleta Tirk re bê kirin, wê parçebûnê bidomîne û komployek li dijî yekîtiya Sûriyê û gelê wê ye”. Ev daxuyanî wek berteka li dijî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed hat dan. Partiya Yekîtiya Demokratîk di Rêveberiya Xweser de yek ji girîngtirîn aliyên siyasî ye, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li dijî nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê derdikeve. Îlham Ehmed her rêkeftina bi Tirkiyê re li dijî Sûriyê û gelê wê wek “xiyanet” bi nav kir.
Kurdên Sûriyê ji nêzîkbûna Tirkiyê û rêjîma Sûriyê, piştî çend salên dijminatî û dûrketinê, nîgeran e û di wê bahweriyê de ye ku nêzîkbûna her du aliyan dikare destkeftiyên “Rêveberiya Xweser” bike xeterê û dibe ku Enqere dest bi operasyonek leşkerî ya nû li dijî herêmên desthilatdariyê bike.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, ji Şerqul Evsat re got:
“Emê li dijî hemû rêkeftinên ku li derveyî berjewendiyên gelê me, li dijî şoreşa me û li dijî hemû peymanên ku li dijî berjewendiyên gelê me û şoreşa me ne têbikoşin”. Asya Ebdullah diyar kir, ew her peymana ku azadkirina Bakurê Sûriyê tê de nebe, red dikin û got: “Armanca me rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî û vegerandina koçberan bo malên wan e. Wekî din, ev lihevkirin wê li dijî armanca gelê Sûriyê xizmetê bike, wê li dijî xwestekên gelên Sûriyê be”.
Abdullah bal kişand ser rola Tirkiyê ya li Bakurê Sûriyê û diyar kir ku ev yek planên parçekirina yekîtiya Sûriyê ye.
Asya Ebdullah got: “Li dijî van komployên ku yekîtiya gelê me dike hedef, mafê me yê rewa ye. Çareserî bi bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê û bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û hemû herêmên din dest pê dike”.
Tirkiyê çendîn caran daxwaz ji Şamê kiriye ku rê li ber hilbijartinên xwecihî yên li navçeyên bin bandora Rêveberiya Xweser bigire.
Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Îdareyê Îlham Ahmed, destnîşan kir ku hilbijartin bi daxwaza gel û partiyên siyasî yên ku li herêmê dixebitin ji bo dagirtina valahiya îdarî biryarek serwerî ye. Ehmed got:
“Pêkanîna hilbijartinan daxwaza gel bû û pêvajoya sererastkirina saziyên xizmetguzariyê û binesaziya ku ji ber operasyonên dewleta Tirk li hemberî bêdengiya civaka navnetewî zerar dîtine”.
Îlham Ehmed got: “Her lihevkirinek ku di siberojê de di navbera Tirkiyê û rejîma desthilatdar de pêk bê, wê teqez li dijî gelê Sûriyê be. Her lihevkirinek ku bi Tirkiyê re bê kirin, xiyanetek li dijî Sûriyê û gelê wê ye”.
Ehmed got ku Rêveberiya Xweser “ji bo yekîtiya Sûriyê û gelê wê û ji bo guhertinên aştiyane û demokratîk baştirîn bijarde û garantiya bingehîn e”.
Nivîskar û akademîsyenê kurd ê sûrî Glenk Omer ji rojnameya Eşerq el-Ewset re got: “Tirsa Kurdan ya sereke ew e ku nêzîkbûna di navbera Şam û Enqerê de bibe zirara herêma wan û wê Şam guh nede hewildana Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyonek leşkerî ya li dijî rêveberiya wê herêmê yan jî wê her du hevalbend pêk ve bikin”.
Li gor Omer, bi vê nêzîkbûnê wê Tirkiye statukoya xwe ya li bakurê Sûriyê bidomîne û operasyonên xwe bidomîne.
Omer wiha berdewam got: “Enqere ji Şamê dixwaze ku bi wê re hevkariyê bike da ku rewşa li bakurê rojhilatê welêt bêhêz bike. Li vir mebesta min rêveberî û hêzên wê yên leşkerî (HSD) ye.”
Omer hişyarî da ku di qebûlkirina hebûna Tirkiyê ya ji aliyê Şamê ve xeterî heye û got: “Li beramberî wê yekê ku Şam bi vekirina M4 hin avantajên aborî bi dest bixe, hikûmet wê rola pêkhateyên siyasî û leşkerî yên mûxalefetê bi tevahî bêbandor bike”.
Şarkul avsat