PYD çalakvanên kurd direvîne
Enadamê desteya bilind ya Kurdî li Sûriyayê Îsmaîl Heme ragehand ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD di revandin û girtina çalakvanên Kurd li Rojawayê Kurdistanê berdewame.
Îsmaîl Heme eşkere kir ku, PYD derewan dike û çalakvanên kurd bi tiştên xirab îtham dike û wan digire û direvîne.
Hêjayê gotinê ye ku, li Rojawayê Kurdistanê de hin nakokî di navbera aliyên siyasî yên Kurd de hene û ji bo yekîtiya part û hêzên siyasî yên Kurdî li Rojawayê Kurdistanê de hijmareke ciwanên Kurd li Qamîşlo dest bi grevê kirine.
Herweha li gora agahdariyên ketine destê Rojevakurd de, hevdîtin di navbera PDKS û PYDê de çêbûne . Lê hêja PYDê ji bo biryara xwe ya dawî bide tiştek nexistiye destê PDKS de.
PYD hêdî wek berê raste rast endam û çalakvanan nagire, lê wan bi tiştên din itham dike û bi wê hêcetê wan digre.