PSK xwedî li Serokê Herêma Kurdistanê derkevin
Xwedî Li Serokê Herêma Kurdistanê Derkeve
PKK, derûdorê PKK û hinek gurup û qelemên nokerên PKK, êrîşeka neheq li ser Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku biryar e li ser daveta Hikumeta AK Partî roja şemî û yekşemî li Amedê be. Tê zanin berê niha jî siyasetmedar, nivîskar û şaîr Kemal Burkay, ku paş zamanên dur û dirêj vegeriya bû welat, bibû armanca kampanyayekê usa kîrêt.
PKK û xulamên wê behsa serdema serdana Serokê Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin ku, AK Partî dixwaze ji rêz û îhtîrama Barzanî ya di nav gelê Kurdistana Bakurê, îstîfade bike, daku di hilbijartina belediye da serkeve. Her usa dibêjin, ku “Barzanî li ser aşa AK partî av dikşine.” Hinek ji wan her cure prensibên rewişta siyasî binpê dikin û êrîşeka kîrêt û ne mirovî dikine ser Serokê Herêmê.
Bi rêvabirên kampanyayên hanê, dixwazin giftugo û hevditînên berê, ku di nava Tirkiyê û Herêma Kurdistanê da pêkhati bûn, li ber çav wunda bikin, ji bîra gel bibin. Herwekî tê zanin, Serokwezirê Herêma Kurdistanê, pêş demeka kurt ji seredana Serokê Herêm, hatibû peytexta Tirkiyê û ligel bi rêvabirên vê welatî, derheqa enerjî û bûyêren navçeyê hevdîtin pêkanî bû.
Tê zanin, rêzdar Barzanî di serdana xwe ya Amedê da ligel Serokwezirê Tirkiyê Erdoxan, li ser babeta enerjî û bûyer û peşhatiyên navçeyê giftugo bike. Giftugoyên hanê û baştir û bi hêztir bûna pêyvendî ligel Tirkiyê, ku welateke bi bandor e li Rojhilata Navîn û endamê Peymana NATO û gelek dezge û saziyên Yêkîtiya Ewrupî ye nişana evê ye, ku Herêma Kurdistanê li navçe dibite hêzaka girîng.
Ev yêka hanê jî dilê hemu Kurdan xweş dike. PKK, ku divê ji vê yêkê dilxweş be, dij derdikeve, ku ev yêka jî ligel welatparêziyê nagunce. Hinek siyasetmedar, ku di bin siya PKK da kar dikin, şûrê PKK dikşinin û dixwazin rê nişanê rêzdar Barzanî bikin, ku ev yêka hanê binpê kirina prensibên rewîşta siyasî ye. Ji ber ku rêzdar Barzanî siyasetmedareka bi ezmun e, baş dizane li ku û çi bibêje. Serokê Herêma Kurdistanê serokekê usa nîne, ku îro tiştekê bêje sibê tişteke dinê.
Bê guman AK Partî dixwaze serdana Serokê Herêm wekî noteka baş di karnama xwe da ci bigre, ku ev yêka di warê siyasî da tiştekê siruştî ye. Lê belê hinek kes u alî vê yêkê dikine hencet û erîşê rêzdar Barzanî dikin. Sedemên bingehîn a êrîşa hanê, bi heztir bûna Herêma Kurdistan û bîr û baweriya Serokê Herêm e, ku her tim dibêje mafê Kurdan jî heye dewleta xwe damezrînin.
Hinek kes jî li dijî dema serdanê derdikevîn û dibêjin “serdana hanê bê wext e.” Yên ku usa dibêjin an nizanin, ku li Rojhilata Navîn her gav her tişt diqewmin, an jî dizanin lê belê rastiyan çewt nişan didin. Yên ku usa dibêjin an nabînin, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê, ku pêyvendiya wê ligel Baxda ne baş e, mecbur e ji bona parastina hebûna xwe ji xwe ra rê veke, an jî dibînin lê belê ji bona zikreşiya xwe xwe usa dibêjin.
Ne maqul e ku, bo Serokê Herêm bê gotin, ku di gftugoyê usa bêje, weha nebêje. Ji ber ku ew ji maf û daxwazên Kurdan agadar e û yên ku îro êrîşa serokê Herêm dikin, zu bi zû ligel Rêzdar Barzanî têne ba hev û jê xwestine, ku ji bona çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê bibe alîkar.
Kampanyayeka dinê jî li hemberê hunermendê Kurd Şivan Perwer tê meşandinê. Lê ev kampanyayê yekan nîne, ku li dijî Şivan hatiye meşandin. PKK û derdorê wî gelek caran êrîşê Şivan kirin, guhdar kirina stranên wî ji bona endam û alîgîrên xwe qedexe kirin, êrîşa konsertên wî kirin û tembura wî şikandin.
PKK û derdorê PKK divê bizanin, ku êrîş kirin li ser rêzdar Barzanî, ku jê bona çareser kirina pirsa Kurd alîkarî xwestine, xizmeta proseya diyaloga MİT-İmrali nake.
PSK, her tim piştgiriya peyvendiya siyasî, aborî û civakiya Herêma Kurdistan û Tirkiyê kiriye û xwestiye, ku peyvendiyên hanê bi hêztir bin. PSK kampanyayê hanê mehkum dikê û ji gelê Amadê daxwaz dike, ku bi plakat û diruşmên xwe pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê bikin.
14 Mijdar 2013
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK