Polîtîk

Barzanî peyamek derbarê pêvajoya Rojava belavkir

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê pêvajoya Rojavayê Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

Piştî rûdawên Sûriye me wiha bawer kir ku derfetekî gelek baş ji bo gelê Kurd li Rojava hatiye holê bo ku piştî dehan sal înkarkirin û bêbeşbûna ji mafê welatîbûnê dawî bi êş û janan bê û mafê gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê da bê mîsoger kirin. Li ser pêvajoya Rojava û rola Herêmê gelek daxuyaniyên cûda cûda û nerast hatiye dayîn û hinek alî jî ketine bazirganîkirina bi vê babetê û li meseleya daxistina sînor destpêkir. Eve li rewşek de bû ku sînor tu dem ji bo hevkarî û karubarê mirovî nehatibû girtin û nayê girtin. Raste me gelek têbînî li ser siyaset û tevgerên PYD heye lê belê me pê xweşe vegerîne ser dengê Kurd bi giştî, ji ber ku takrewî ne sûd ji bo wan heye ne ji bo gelê Kurd. Ji bo wê yekê ku rastî diyar bibin û cemawerê Kurdistanê jê agahdar bin me bi pêwîst zanî rastî bikevin ber destê xelkê Kurdistanê. Mebesta min jî peroşiye ji bo paşaroja xuşk û birayên me yên li Rojava û peydakirina çareseriyek ji bo rewşa niha ya Rojava bo ku ji vê xeraptir nebê.

Her ji destpêkê ve me gelek hewl da hemû kirdarên siyasî û dîplomasiyên Herêmê ji bo yarmetîdana xuşk û birayên xwe yên li Rojava bikarbînîn û sûd ji wê derfetê wergîrîn ku ji bo gelê Kurd pêkhatibû. Li 28 ê 11 ê 2011 bi şexsî ez beşdarî yekemîn kombûna aliyên Kurdan yên Sûriye bûm û min ji wan re got hun birayê me ne û em amadene hevkariya we bikîn bi mercek ku hun pêkve bin û her biryarek bîdin emê piştgîriya we bikîn çi beranber bi rejîm çi beranber bi opozîsyon û rikeberan.

Gelê Kurd li gengeşeya li navbera rejîm û rikeberan de bê alî bû û tenê diviya hewla bi destanîna mafê neteweyî û demokratiyên xwe dabûya. Ne rejîm û ne rikeber bersîveke erênî di derbarê mafên Kurd de nebû. Ji bo wê yekê pêwîst bû hemû aliyên Kurdan yek bigrin û bibin xwedî gotarekî siyasî ya yekgirtî. Eve bû li 11.07.2012 Desteya Bilind li gor peymana Hewlêrê hate damezrandin bo ku gelê Kurd gotarekî siyasî ya hevbeş ji bo niha û paşaroja Sûriye hebê. Cihê daxêye aliyê PYD ji bilî sûdwergirtina ji wê peymanê Hewlêrê amade nebû girêdayî wê bibê û hemû aliyan belav kir û hewl da bi zora çek û bi peymanên nihênî li gel rejîmê xwe bike emrî waq’î ya serbazî. Behsa ewe jî dikin ku şoreş li Rojava kirine lê belê kijan şoreş û li dijî kî? Wan tenê herêmên xwe ji aliyê rejîmê ve radest kiriye.

Li rastiyê de ev karê PYD eger destkeftekî neteweyî jê derketibûya çavpoşî lê nedihat kirin lê belê ewê rûdaye tenê ji dorpêçkirina Rojava ye ji aliyê PYD eve jî be sûdwergirtina li peymana Hewlêr û yarmetiya rejîmê ku yarîkirinekî metirsîdare bi çarenûsa gelê me yê li Rojava. PYD her bi dorpêçkirinê ranewesta belku kete nava kuştin û girtina endamên partiyên din. 

Ez beranber bi paşaroja Rojavayê Kurdistanê nîgeranim û ew tirs li holê da heye ku ev derfeta zêrîn ji destê Kurd biçê. Ji ber ku rejîm mafê Kurd nasnake li beranber wê hevkariya ku PYD pêşkêşî rejîmê kiriye û aliyên rikeber jî, Kurd ji beşek ji rejîmê hejmar dike û eve jî kêşeyeke ciddî ji bo gelê me li paşarojê de dirust dike. Her li destpêka rûdawên Sûriye biryar ewe bû Kurd xwe tûşî şer neke û eger êrîş hate ser Kurd bergiriyê li xwe bikin. Lê belê PYD gelê me tûşî şerekî kir ku ne şerê Kurd bû û ne li qazanca Kurd de bû. Ew şer bû sedema koçberbûna dehan hezar welatiyên Kurdên Rojava. Ew dijî komdengiya neteweyî rawestiyan û her wiha alaya Kurdistanê jî li Rojava qedexe kirin. Li çend rojên derbasbûyî de PYD yek aliyane îdareya xwe li Rojava ragihandiye û eve jî takrewiya eşkereye û îhmalkirin û hejmarnekirina Partiyên dinê Kurdane. Em dakokiyê li ser helwesta xwe dikîn û tenê piştgîriyê li van hengavan dikîn ku hemû alî pêkve biryar li ser da hebê û muamele li gel biryara yek aliyane de nakîn.

Hêvîdarim guhertin li paşarojê de li berjewendiya gelê Kurd de bin û şîreta me jî ji bo hemû aliyê Kurdan û PYD jî eweye ku li berjewendiya gelê me de bi pêkve bin û vegerin li ser bingeha peymana Hewlêrê. Bi dilniyayiyê ve eve baştirîn rêye û li hemû pêvajoyek de pêgeha Kurd li Sûriye bi hêztir dike û em jî bi hemû kirdarek ve piştgîriya wan dikin. Hemû alî ji bo me wekî hevin û xuşk û birayên me ne. Em dixwazin bigihin mafê xwe û ew bi xwe xwedî biryara xwe bin. Eger PYD tûşî li xwe bayîbûnêbê û berdewam bê li piştkirina xuşk û birayên xwe ewe bi tenê nikarê rûbirûyê tehdît û metirsiyan bibê û çarenûsa Kurd jî dikevê bin tehdîdên ciddî ve. Eger hemû alî venegerin ser peymana Hewlêrê wê demê Desteya Bilind jî tu manayekî xwe namînê û PYD bi xwe berpirsiyar dibê ji destdana vê derfeta dîrokî. 

Mesûd Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

14.11.2013

Back to top button