Polîtîk

PSK bi navê xwe serî li wezareta nevxwe da

Partiya Sosyalist a Kurdistanê PSK îro ji bo bibin partiyek yasayî, serî li wezereta navxwe ya Tikiye da.Wezeretê belgeyên ku PSKê pêşkêş kirîn girtin û dê çend rojan de bersiva dameziranê  PSKê bidin. Polisan nehişt serokê PSKê Mesud Tek daxuyaniya çapemeniyê li derê wezaretê bide.Lê endamên PSK bi alayên Kurdistanê ev helwesta polisa protesto kirin.Di vê derbarê de Mesud Tek got: “Em çûn me belgeyên xwe dan. Ji me re gotin, dê kontrolê bikin ya îro ya sibê dê bersivekê bidin me.”Bi vê çalakiyê PSK jî di qada eşkere û yasayîde bi navê Kurdistanê hate damezirandin.Piştî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye û Partiya Azadiya Kurdistanê, partiya Sosyalista Kurdistanê jî bi navê xwe bu yasayî.Niha 3 parti bi navê Kurdistanê di qada siyasete de li Bakur wek partiyên yasayî xebata xwe dikin.

Back to top button