CivakPolîtîk

Em Bomberana vê dawîyê ya li Robozikê hatîye kirin şermezar dikin

Em Bomberana vê dawîyê ya li Robozikê hatîye kirin şermezar dikinLi gor agahdarîyên heyî, Dewleta Tirk careke din Robozik bobebaran kirîye. Ev êrîşa jî li wî cîhê katîama Robizikê ya yekem lidarketîye. Di encama vê êrîşa dawî de, hemwelatîyekî me yê bi navê Vedat Encü hatîye kuştin, 5 kes jî birîndar bûne.Wekî tê zanîn di roja 28.12.2016an de Dewleta Tirk gundîyên li ser hidût tîcaretê dikin bomberan kiribû, dê encama vê êrîşê de 34 kesên ku piranîya wan zarok û gênc bûn, hatibûn qetil kirin.Dewleta Tirk, hîna faîlên vê qetlîamê dernexistîye holê û nedarizandîye, hîna birîna wê qetlîamê nehatîye kewandin; vê carê xwestîye qetlîameke din lidar bixe.Em  erîşa vê dawîyê li Robozikê hatîye kirin bi tûndî şermezar dikin.Em careke din bangî Dewleta Tirk dikin, dest ji van êrîş û bombebaran kirinên li ser bajar û gundên me berde; dawî li van êrîşan û wî şerî bîne. Ji rêya çareserîya siyasî wêdetir tu rê tuneye; şîddet ne çareserî ye.Herweha em bangî PKKê jî dikin ku  vî şerî rawestîne.Xwedê  Vedat Encuyê ku di bombardimanê de hatîye kuştin bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bihuşt be.Sersaxîyê ji malbata wan re dixwazin. Xwedê şîfayê bide birîndaran  jî.HEREKATA AZADÎ, PAK,PAKURD,PDK-BAKUR, PSK

Back to top button