Li gfora nûçeya Tora medya Rûdawê; Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, ew her tim amade ne li gel Tirkiyê bigihjin hevtêgihiştinekê û tekez jî dike, “proseya vekişîna kadroyên PKKê ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.”
“Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê li pey seqamgiriyeke guncaw e” ev sernava raporteke nû ya Grûpa Krîzê ya Navdewletî ye ku taybet e bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê.
Ew raport behsa wê dike, vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dibe sedema pirsgirêkên mirovî, metirsiya serhildana DAIŞê û rûbirûbûneke nû di navbera HSD û Tirkiyê de.
Grûpa Krîzê ya Navdewletî di wê raportê de bi Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî re axiviye û giftugo li ser rêyên dabînkirina seqamgiriyê bo navçeyê hatiye kirin ku hatiye gotin yek ji wan rêyan rêgirtin e li ber êrişeke nû ya Tirkiyê di pêşerojê de û herwiha egera rêkeftinekê li gel Tirkiyê.
Tirkiyê sala 2018an dest bi operasoyonên serbazî kir li bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, taybet bo ser Efrîn û Helebê, ji ber wê sedemê jî 150 hezar kes koçber bûn ku piraniya wan Kurd in.
Lêbelê hêviya nû bo navçeyê serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, ji ber ku bawerî wiha ye, îdareya Biden naxwaze destê xwe ji Sûriyê bişo. Piraniya Demokratan hevşêweyê Donald Trump behsa erkê parastina bîrên petrola Sûriyê nakin, lê rêgirtina li hejmûna Îranê li Sûriyê û dûbare binyatdanîna Sûriyê, wek armancên wan behs li ser tê kirin.
Grûpa Krîzê amaje bi wê dike, yek ji wan xalên ku pêwîst e kar li ser bê kirin, piştrastkirina Tirkiyê ye ku derbarê peywendiya nêzîk a di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û HSD li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), nîgeraniyên wê bên jinavbirin.
Grûpa Krîzê di wê guiftugoyê de li gel Mezlûm Kobanî, amaje bi wê kiriye, ku YPG venaşêre piştî êrişên DAIŞê bo ser navçeyên Kurdî li Sûriyê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên di nav rêzên PKKê de vegeriyan Rojava û şerê DAIŞ û grûên çekdar ên ser bi El Qaîdê ve kirin.
Mezlûm Kobanî de guftugoyê de li gel Grûpa Krîzê, dibêje, “Piştî êrişên bo ser bajarên Kurdî, me daxwaz ji her kesî kir her li ku derê bin, bêne Rojava û berevaniyê bikin.”
Beşek zêde ji wan şervanên ku şerê DAIŞê kirin berî niha ji aliyê PKKê ve rahênan bi wan hatiye kirin.
Lêbelê Mezlûm Kobanî û serkirdeyên din ên HSDê dibêjin, her tim behskirina li ser peywendiyên PKKê li gel YPG û HSDê, ji aliyê medyayan, navendên lêkolînê û heta Grûpa Krîzê ya Navdewletî jî, hincet daye Tirkiyê ku rewabûnê bi êrişên xwe yên bo ser Rojavayê Kurdistanê bide.
General Mezlûm Kobanî dibêje, di dema giftugoyên li gel aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê jî di çarçova karên Kongreya Netewî ya Kurd (KNK), wan behsa wê kiriye, kadroyên berê yên PKKê ku xelkê Rojava ne, ew bi xwe razî ne pêngav bi pêngav ji Rojavayê Kurdistanê derkevin, lê ew prose dem dixwaze, mijara vekişîna wan kadroyan ji Rojava jî ji niha ve dest pê kiriye.
Li gor Grûpa Krîzê ya Navdewletî jî, derketina kadroyên Kurd ên li derveyî Rojavayê Kurdistanê, dibe xaleke erênî ya pêşketina navçeyê, ji ber ku ev dibe xaleke girîng ji bo nêzîkbûna Tirkiye û HSDê bo encamdana giftugoyan.
Herwiha li gor wê Grûpê, xaleke din a proseya gera li pey seqamgiriyê, piştrastkirina Tirkiyê ye, ku HSD û YPG rê nedin, êrişê li ser grûşpên nêzikî Tirkiyê bên kirin, ji ber ku li gor Tirkiyê eger serkirdayetiya Tirkiyê rasterast jî wan fermanan nedin, ew berpirsyar in, ji ber ku ji navçeyên di bin kontrola wan de ew êriş tên kirin.
Lêbelê Mezlûm Kobanî ji Grûpa Krîzê ya Navdewletî re ragihandiye, “Me soz daye Amerîkayê ku kar ji bo kêmkirina aloziyan bikin. Niha jî em bi temamî amade ne, bo agirbestê, lê li hember divê Amerîka û Rûsya jî binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî xelkê sivîl li Efrînê rabigirin û rê jî bidin xelkê resen yê Efrînê ku koçber bûne vegerin Efrînê.”
Navbeynkariya Amerîkayê
Li gor raporta Grûpa Krîzê ya Navdewletî, Mezlûm Kobanî eşkere kiriye, HSD ji navbeynkariya Amerîka, mebest ew e ku li gel Enqerê alozî nemînin û Kobanî ragihandiye, “Em têdigihijin ku Amerîka û Tirkiyê peywendiyên stratejîk hene. Li wê jî têgihiştine ku divê aloziyên li gel Enqerê bên kêmkirin eger em bixwazin li Amerîkayê berdewam bin. Helwesta me zelal e, em ji bo her hevtêgihiştineke li gel Tirkiyê vekirî ne tevî dijminkariyên Tirkiyê yên li dij me. Em dixwazin Amerîka bibe navbeynkar û desteberê vê proseyê.”
Lêbelê Grûpa Krîzê ya Navdewletî behsa wê dike, hî jî diyar nîne ka Enqerê niyeteke bi wî rengî heye an jî hevtêgihiştineke bi vî awayî li gel HSDê tenê wek berjwendiyeke taktîkî nabîne.
Herwiha yek ji pirsgirêkan, xirabbûna peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê ye ji ber rijdbûna Tirkiyê li ser kirîna sîstma berevaniya asmanî ya S-400 a Rûsî.
Di heman demê de Tirkiye nîgeran e ji alîkarî û piştevaniya Amerîkayê ya bo YPGê û avakirina Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê.
Lêbelê hê jî hêviyek heye ku Amerîka guşara li ser Tirkiyê zêdetir bike, taybet jî destpêka îsal, girte vîdyoyeek Joe Biden, Serokê Amerîkayê yê hilbijartî belav bûbû ku bi tundî rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan digirt û dibêje, pêwîst e Amerîka hevkariya opozisyona Tirkiyê bike bo ku Erdogan ji desthilatê bînin xwarê.
HSDê hêvî bi Şamê nemaye
Tevî ku dema 6 salan e peywendiyên YPG û HSDê li gel Şamê baş bûn, lêbelê hêviya wan bi Şamê nemaye, ji ber ku her çiqas YPGê hevkariya Hikûmeta Sûriyê kir û rêkeftin jî li gel kir bo vegerandina beşeke hêzên hikûmetê bo Heseke û Qamişlo, lê Hikûmeta Sûriyê amad nebû hevkariya YPGê bike di dema rûbirûbûna Tirkiyê de.
Li ser vê mijarê Mezlûm Kobanî ji wê Grûpa Krîzê re dibêje, “Dema Tirkiyê êrişî Grê Spî kir, ez çûme Şamê ku hewl bidin bigihijin rêkeftinekê li gel serkirdayetiya Şamê, lê wan nexwest ti piştrastbûnekê bidin me.”
Kobanî li ser vê mijarê berdewam dibe û diyar dike, “Me çend salan hewl da ku li gel Şamê bingehekê bo rêkeftinê bibînin, lê em hest bi wê nakin hebûna peywendiyên dualî di navbera herdu aliyan de pêkan be.”
Rola Amerîkayê û rêya ber bi Tirkiyê ve
Grûpa Krîzê ya Navdewletî di dawiya raporta xwe de nivîsandiye, rêya ber bi Şamê ve nayê dîtin, pêwîst e Amerîka roleke karîger a navbeynkariyê bibîne û ji nêzîk ve li gel HSD û Tirkiyê kar bike bo ku hevtêgihiştinek ber bi dawiya yariyê ve bê peydakirin. Ev yek daxwazê li ser YPGê çê dike, di birêvebirina îdareya Rojava de rê bi aliyên Kurdî yên opozisyonê û aliyên Erebî yên navçeyê bide ku beşdariyeke wan a aktîv hebe.
Di heman demê de jî divê daxwaz ji Tirkiyê bê kirin, dawî li vetokirina û redkirina desthilata HSDê li navçeyê bîne, jibilî ku pêwîst e nûnerên HSDê beşdariyê di hewlên Netewên Yekbûyî de bikin bo ku pêgeha wan di çarçova Sûriyê de diyar be.
Xaleke din ku divê Tirkiye bike, rê bi vegera koçberên Efrîn û wan navçeyan bide ku grûpên nêzîk li Tirkiyê bi hevkariya Tirkiyê dest bi ser de girtine û herwiha piştrastbûnekê bide ku dê li Sûriyê dawî li binpêkirinên grûpên çekdar ên nêzikî xwe bîne.