CîhanRojev

Ezê dev ji Qesra Sipî berdim

Serokê Amerikayê Donald Trump di axavtineka xwe de behsa rewşa hilbijartinên Amerikayê kir û sistema hilbijartina wek sistema welatek paşde mayî nirxand.

Trump daxûyakirin ku, li Amerikayê di hilbijartinên serokatiyê de hîle çêbûye û ew dê hemû rêyên hukukî bi kar bîne.Awayek din Trum dibêje ku, di hilbijartinan de ew serketiye û hatiye hilbijartin.

Li ser pirsekî Trump dibêje: Eger konseya delegegeyan biryar bide ku Biden wek serokê Amerikayê hatiye hilbijartin, ezê ji Qesra Spî derkevim. Lê ev biryara konseya delegeyan dê ne hukukî be.

Back to top button